Ehmed El-Yûsif: Vîna gelan nayê şikandin û têkbirin

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk hewl dide derfetê bibîne da ku dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê berfireh bike.

Têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif ji ANHA’yê re axivî.

El-Yûsif diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê ye û wiha domand: “Dewleta Tirk di dîroka xwe de gelek cih dagir kirine û di nav de Lîwa Îskenderon. Niha jî hewl dide herêmên din tev li serweriya xwe bike.”

El-Yûsif got dewleta Tirk hewl dide xêr û bêrên gelê Sûriyê talan bike û xewnên Împaratoriya Osmanî vejîne.

El-Yûsif destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li hemberî dijminahiya li ser xaka Sûriyê disekinin, ji ber ku xaka Sûriyê ya hemû welatiyên Sûriyê ye, ji ber wê yekê hemû pêkhate dagirkeriya Tirk red dikin û dê bi hemû derfetên xwe li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin.

El-Yûsif her wiha bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku hevgirtî û yekdest bin û girêdana xwe xurttir bikin, her wiha rewşa siyasî ya heyî li Sûriyê baş fêm bikin, da ku bikarin li hemberî dagirkeran bisekinin. El-Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Vîna gelan nayê şikandin û têkbirin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din