​​​​​​​Ehmed Hemo: Pêngava 15`ê Tebaxê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi azadiyê ve bir

Kesayeta welatparêz Ehmed Hemo anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema Pêngava 15`ê Tebaxê ye û îşaret pê kir ku têkoşîna li dijî faşîzmê, xala hevbeş a di navbera vê şoreşê û pêngavê de ye.

Sala 1984`an Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi armanca tolhildana şehîdên girtîgeha Amed (Mehmet Xeyrî Dormuş, Kemal Pîr, Akef Yilmaz û Mazlûm Dogan) ku li dijî faşîzma dewleta Tirk 1982`an çalakiyên fedayane pêk anîn, Pêngava 15`ê Tebaxê ragihand.

Pêngava 15`ê Tebaxê wek teqandina guleya yekemîn a li dijî faşîzmê û şikandina tirsa ji hêzên dagirkerên Kurdistanê tê dîtin. Di heman demê de pêngavê zemîna pêşxistina parastina xweser a gelê Kurd dûrî xwespartina li hêzên hegemonîk ava kir.

'PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ ENERJIYA GELAN ZINDÎ KIR'

Têkildarî mijarê kesayeta welatparêz Ehmed Hemo anî ziman ku pêşketina îro li qadên her çar parçeyên Kurdistanê, berhma Pêngava 15`ê Tebaxê ye ku PKK`ê tê de têkoşîna çekarî ragihand û guleya yekemîn avêt. Bi wê re jî dîroka nû ji bo gelê herêmê nexasim gelê Kurd ên bindest dest pê kir.

Têkildarî rola Pêngava 15`ê Tebaxê Hemo ku kurê wî Ferman Kobanê sala 2014`an di berxwedana Kobanê de şehîd bûye got, beriya vê pêngavê hin kurdên li Bakurê Kurdistanê şerm dikirin ku bi kurdî biaxivin, lê bi pêngavê re enerjiya wan zindî bû, kurdên ku tirkên faşîst ji wan re gor li çiyayan kolandin, rabûn û ji zulmê re gotin êdî bes e. Gelekan jî bedena xwe dan ber agir da ku cîhanê doza wan nas bike.

'DIVÊYABÛ ÇEKÊ RAKIN'

Hemo ku di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de karê "cebhewî" kiriye got: "Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje, beriya Pêngava 15`ê Tebaxê, em gihiştin encama dawî ku Kurdistan heye, lê hatiye mêtîngerkirin. Lew re divê gelê wê ji zilim û zordariyê were rizgarkirin. Xebat û têkoşîna vê tevgerê kir wek bingeha destkeftiyên îro bi dest xistine. Şoreşa ku gelê herêmê ragihandiye berhemê 15`ê Tebaxê ye."

Ehmed Hemo got: "Mîna çeteyên DAIŞ'ê, bi saxî laşên hevalên me parçe kirin. Hişmendiya ku faşîzma Tirk ajanên xwe yên ji partî û feodalan li ser perwerde kiriye ku li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê şer bikin, îro li herêmên dagirkirî ji aliyê eçeteyên wê ve pêk tên. Lewma diviyabû çek were rakirin da ku ev hişmendî hatiba guhertin."

'15`Ê TEBAXÊ PÊNGAVA PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YA BER BI AZADIYÊ VE YE'

Ehmed Hemo anî ziman ku damezrandina PKK`ê ji şoreşên ku îro gelê herêmê li dijî sîstemên faşîst didin meşandin, ne cudatir e û wiha dewam kir: "PKK`ê ji tevahiya gelê û pêkhateyan, kesên bindest tev li refên xwe kir, her wiha Şoreşa Rojava ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt nav xwe  da ku azadiya xwe mîsoger bikin, aktîf kir. Koka vê şoreşê Pêngava 15`ê Tebaxê ye."

Hemo bi domdarî got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêngava 15`ê Tebaxê hate destpêkirin. Dema rêber Abdullah Ocalan di bajarê Kobanê re derbas bû û ber bi Lubnanê ve çû û li wir akademiya perwerdeyê vekir, Rojava bû navgînek di navbera rêbertî û hevalên wî yên li Bakurê Kurdistanê de."

Ehmed Hemo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ger em li şerê qirkirinê yê li dijî Kobanê binêrin, em ê bibînin ku ev yek plankirî bû ji ber ku Kobanê qada rêber Ocalan e û plana wan jî tunekirina vê qadê bû. Lê belê gelê herêmê rastiya planên wan nas kir, têk bir û xwe parast. Her wiha ji ewladên xwe hêza leşkerî ava kir û di oxira vê xakê de bi hezaran şehîd da. Hemwextî wê jî tê gihiştin ku yên Pêngava 15`ê Tebaxê ragihandine xem û derdê wan tenê ew bû ku gelê wan bi aştî bijî û xwedî maf û nasname be. Şoreşa ku ragihand, mezin bû, ew şoreşa serdemê bû û ya serkeftina heqiyê bû."

(eh)

ANHA


Mijarên Din