Ehmed Huseynî: Divê rewşenbîr nirxên civakî biparêzin

Saziyên çandî yên herêma Cizîrê îşaret bi girîngiya ku rewşenbirî dûrî berjewendiyên partiyan bikeve, kir. Her wiha tekezî li ser erkên rewşenbîran di parastina nirxên civakê de, di nava şer de kirin.

Saziyên çandî yên herêma Cizîrê di roja 4`emîn a Mîhrîcana 6`emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de ku bi dirûşma "Efrîn nasnameya xwîna me ye û ezmûna jiyanê ye" li dar dikeve, rola saziyên çandî yên herêma Cizîrê, zehmetiyên ku rastî wan tên û dê çawa ji wan xilas bibin, nîqaş kirin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Kurdistana Sûriyê û HRRK’ê beşdarî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan li Navenda Yekitiyê ya li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Abûd Meqso îşaret bi astengiyên ku saziyên çandî ji destpêka avakirinê de tê re derbas dibin û zehmetiya peydakirina kesayetên rewşenbîr kir.

Beşdaran di panêlê de destnîşan kir ku sîwanek û saziyek hevbeş a birêxistkirina rewşenbîran tune ye, sedema vê yekê jî li pergala berî şoreşê ku li herêma Cizîrê çalakiyên çandî qedexe dikirin, vedigere. Sedema duyem jî li lidarxistina kongreya yekemîn a rewşenbîran vedigere ku di destpêka şoreşê de bi awayekî nerêxistinkirî hate lidarxistin û di encamê de ji ber nakokiyên partîtiyê yên di navbera rewşenbîran de, kongre negihaşt encamên erênî.

Di heman demê de beşdaran bal kişand ser nakokiyên partîtiyê yên di navbera rewşenbîran de ku dihêle nerehetî derkeve û girîngiya dûrbûna ji berjewendiyên siyasî tekez kirin.

Têkildarî mijarê rewşenbîr Ehmed Huseynî axivî û got: "Ji ber destwerdanên siyasî yên di xebatê de, rewşenbîran kesayeta xwe winda kir, tim û daîm saziyên çandî bi aliyekî ve girê didin, lewma divê rewşenbîr nirxên civakî biparêzin."

Beşdaran got tekane rêya çareseriya pirsgirêkên di navbera saziyên çandî yên herêma Cizîrê de, yekrêzî û li herêma Cizîrê avakirina lêvegera çandî ye.

Tê payîn ku şevbêrkeke helbestan were lidarxistin û xebata şeşemîn a mîhrîcanê bi zimanê erebî saet di 18:00`an de berdewam be û belgefîlma El-Muxtar saet di 19:00`an de were pêşandan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din