Ehmed Silêman: Divê li Efrînê herêmeke ewle were avakirin

Ehmed Silêman got: "Divê herêmeke ewle li kantona Efrînê were avakirin da ku ji şêniyên wê ji zêdegaviyên dewleta Tirkiye û aliyên girêdayî wê ve werin parastin.”

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman têkildarî mijara herêma ewle  got: "Herêma di bin rêveberiya Tirkiye de wê ne ewle ye, berovajî wê dê xeteriyan zêde bike. Herêma ne bi sponseriya civaka navdewletî be em qebûl nakin."

Ehmed Silêman anî ziman ku divê biryareke navdewletî ji bo avakirina herêmeke ewle li Efrînê were girtin da ku şêniyên wê ji binpêkirin, talankirin, koçberkirin, kuştin û revandin werin parastin û wiha dewam kir: "Heger derfet çêbû û zexteke li civaka navdewletî were kirin ku herêma ewle li Efrînê ava bibe, dê ev gaveke serkeftî be ku şêniyên Efrînê werin parastin.”

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî teror li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê QSD‘ê ve têk çû, divê hemû dewletên cîhanê ji bo aramiya Bakurê Sûriyê bixebitin da ku çeteyên DAIŞ dîsa venegerin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din