Ehmed Şêxo: Di nav penaberan de terorîst hene

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ehmed Şêxo diyar kir ku wan metirsî û gefên dewleta Tirk ên bi gelek aliyên têkildarî ên dewletên Ewropayê re nîqaş kirin û got: "Di gelek hevdîtinan de me diyar kir ku gefên Erdogan cidî ne û dibe pêk bîne. Civaka Ewropa ji metirsiyên dewleta Tirk hayedar e, lê berjewendiyên navdewletî raya giştî bêdeng dike."

Sûriye bûye qada nakokiyên dewletên herêmî û cîhanê ku her yek hewl dide berjewendiyên xwe di herêmê de bi cih bîne. Bi taybet dewleta Tirk ji bo ku van berjewendiyên xwe pêk bîne beşek ji xaka Sûriyê dagir kiriye û tev li Tirkiyê kiriye. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide serdema împratoriya Osmanî zindî bike. Li aliyekî din jî bi dosyaya penaberan dewletên Ewropayê şantaj dike, da ku heman armancan pêk bîne.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo di hevdîtinê ji ANHA’yê re axivî û behsa destwerdana Tirkiyê di karûberên herêmê de, destekdayîna wî ya bi kêmên çete re, her wiha şantajkirina Ewropa bi dosyaya penaberan kir.

Ehmed Şêxo di destpêka axaftina xwe de îşaret bi aloziya dawî ya di derbarê Idlibê de kir û got: "Aloziya li Idlibê girêdayî aloziya giştî Sûriyê û nakokiyên li ser berjewendiyan e. Ji destpêkê ve heta niha gelê Sûriyê fatora van nakokiyan dide."

Şêxo destnîşan kir ku Tirkiye bi destekdayîna bi komên tundrew yên li Sûriyê bi kar tîne û dişîne Lîbyayê da ku planên xwe pêk bîne. Dewleta Tirk van koman beşdarî şerê li dijî Rêveberiya Xweser dike û ji ber vê yekê naxwaze niha dest ji wan berde.

Ehmed Şêxo di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dîroka dewleta Tirk bi destekdayîna bi terorîstan û komên tundraw re tê naskirin û ev tişt anî ziman: "Bûyerên ku niha li Şîşanê rû didin, her wiha komên terorîst ên li Rûsyayê şer kirin mînakên herî ber bi çav ên vê yekê ne. Ev koman li Tirkiyê dihatin perwerdekirin.

Di demek nêzik de me desteka Tirkiyê ya bi rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê re dît. Ev destekdayîn gihişt wê astê ku dema Koalîsyona Navnetewî hate avakirin dewleta Tirk bikaranîna balafirgeha Încerlîk li dijî DAIŞ‘ê red kir. Îro li Idlibê jî em destekdayîna eşkere a ji bo Cebhet El-Nusra û komên din ên terorîst dibînin."

GEFÊN ERDOGAN NE JI BO DESTEKDAYÎNA PENABERAN E

Ehmed Şêxo diyar kir ku di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de lihevkirin heye û rejeyek pere ku ji bo penaberan hatiye veqetandin heye, lê Tirkiyê naxwaze destekê bide penaberan. Lê belê dixwaze zextê li Yekitiya Ewropayê û dewletên di şerê li Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin de bike.

Şêxo di wiha berdewam kir: " Ji destpêka şerê li Sûriyê ve Erdogan destekê dide komên terorîst. Destpêkê bi şerên bi wekîlan bû û îro bi rûyê xwe yên rast tev li şer dibe. Her wiha hewl dide bi rêya destekdayîna bi komên tundrew Yekitiya Ewropa û NATO‘yê tev li vî şerê bike û niha ji hemûyan dixwaze ku destekê bide komên terorîst ên li Idlibê."

TIRKIYÊ XETA ŞOREŞA SÛRIYÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE GUHERT

Endamê Meclisa Giştî ya  PYD‘ê Ehmed Şêxo diyar kir ku gelê Sûriyê banga mafên xwe û pêkanîna demokrasiyê dikir, lê dewleta Tirk mûdaxele kir û şoreş veguherand şerekî çekdar da ku armancên xwe pêk bîne. Şêxo got: "Tirkiyê bi destekdayîna bi terorê re sedema sereke ya derxistina şoreşa Sûriyê ji xeta wê ."

Ehmed Şêxo bal kişand ser metirsî û gefên dewleta Tirk û bi gelek aliyên têkildarî dewletên Ewropayê re nîqaş kirin û wiha pê de çû: "Di gelek hevdîtinan de me diyar kir ku gefên Erdogan cidî ne û dibe pêk bîne. Civaka Ewropa ji metirsiyên dewleta Tirk re hayedar e, lê berjewendiyên navdewletî raya giştî bêdeng dike."

YÊN LI SER SÎNORÊ YEWNANISTANÊ HEMÛ NE SÛRÎ NE

Ehmed Şêxo got: “Tirkiyê di dema dawî de deriyê li pêşberî penaberên ne rewa vekir da ku derbasî Ewropayê bibin. Penaber hemû ne sûrî ne. Di nav de Afrîkî, Ereb û Tirk hene, terorîst jî hene. Tirkiye ji bo armancên xwe wan dişînin Ewropayê ji bo ku dema pêwîst bike wan aktîv dike. Erdogan dixwaze bi lîstina bi mijara penaberan peyamek bide Yekitiya Ewropayê û bêje ku va ew îro penaberan dişîne û dê sibe terorîstan jî bişîne. Me li ser vê yekê agahî da dewletên Ewropayê, lê Yekîtiya Ewropayê rola temaşevan dilîze, li hemberî gefên Erdogan bêdengiyek mezin heye."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ehmed Şêxo axaftina xwe wiha bidawî kir: "Derketina penaberan ne di bin çavdêriya navnetewî ne jî li gorî sîstemekê bi rêve diçe. Ev yek jî gûmanan çêdike ku dewleta Tirk terorîstan dişîne Ewropayê da ku fişarê lê bike. Îro Tirkiyê hewl dide serdema dewleta Osmanî vegerîne, ev jî Balkan dixe xeteriyê û dihêle ku radîkal cara duyem bighêjn sînorê Yekîtiya Ewropa."

ANHA


Mijarên Din