Ehmed Xoca: Tekane rêya derketina li dijî qirkirinê, yekîtiya kurdan e

Endamê Desteya Rêvber a PYD`ê Ehmed Xoca destnîşan kir ku, Kurd ji ber hevpeymanên di navbera mêtîngerên Kurdistanê de bi qirkirinê re rû bi rû ne û got: " Tekane rêya derketina li dijî gef û qirkirinê, yekîtiya kurdan e."  

Derbarê girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê de di demekê de ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê Kurd zêde dibin û bangewaziyên aliyên siyasî û gel ji bo yekitiya Kurdî  didomin Endamê Desteya Rêvber a PYD`ê Ehmed Xoca ji ANHA‘yê re axivî

"DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ROLA XWE DI RAPERÎNA LI DIJÎ DIJMINAHIYA TIRK BILÎZIN"

Ehmed Xoca bang li partiyên siyasî yên kurdî kir, ku rola xwe di gurkirina gelên herêmê de bilîzin, da ku li dijî êrişên li ser herêmên Rojava serî hildin.

 Xoca anî ziman ku artêşa Tirk li dijî gelê Kurd proseyên koçberkirin û komujiyan didomîne û got: "Dibe herêm ji hev cûda bin, lê di encam de hemû kurdî ne ku bi kiryarên hovane re rû bi rû dimîn. Tevî vê yekê hîn jî hin astengî li pêşiya hêzên siyasî hene ku helwesta ya siyasî bikine yek a ku nûnertiya vîna gelê Kurd bi beramberî gefên derve dike."

Xoca diyar kir ku tevahî hevpeymanên di navbera dewletan dagirkeran Kurdistanê de di radeya yekem de qirkirina gelê Kurd armanc dike û destnîşan kir ku di mijara doza kurdî di navbera wan dewletan de nakokî tinene.

Xoca bang li partiyên kurdî kir, kolana kurdî bi xeteriya heyî bide hişyarkirin û ji bo derxistina gelê Kurd ji çirav û aloziyê bikevin tevgerê.

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi armanca nêzîkirina nêrînên partiyên siyasî yên kurdî û peydakirina astmosfêrekê ji bo lidarxistina kongreyekê taybet bi Rojava di 11 û 12‘ê Kanûnê de cara yekemîn ku partiyên kurdî yên kantona Kobanê di panelekê de anî gel hev.

 ‘JI BO YEKÎTIYA HELWESTA LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ DIVÊ RÊBAZ WERIN DIYARKIRIN‘

Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoca di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya partiyên beşdarî nava projeyê bûn, hêj projeyeke nimûneyî ye, ji ber jiyana hevbeş a dûrî navendîbûnê misoger kir. Di dawiyê de ez bang li partiyên li derve nexasim ên li dewleta Tirkiyê ne dikim, ku li Rojva vekirin. Banga min li muxalifên pergala Rêveberiya Xweser ên li hundir, ku rêbazekî ji yekîtiya li dijî dewleta Tirk diyar bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din