Ehmed Xoce: Armanca êrişên li ser Heftanînê qirkirina Kurd e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehemd Xoce diyar kir ku, armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftanînê qirkirina kurdan e û got, pêwîste hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember van êrişan tev bigerin.

Dewleta Tirk a dagirker 16'ê Hezîrana îsal, êrişên dagirkirinê li ser herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê ragihand. Hêzên parastina Gel (HPG) bersiva êrişên ku hîna didomin didin û nehêlin dewleta Tirk bi pêş de biçe.

Li hemberî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk, civaka navneteweyî bêdeng e. Hikumta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê jî ku serweriya xaka wan ji aliyê Tirkiyê ve tê binpêkirinên hew daxuyaniyên şermok didin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce têkildarî mijarê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker îdika dike ku armanca wê ji van êrişan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, lê ya rast qirkirina hebûna Kurd li her derê ye.

Ehmed Xoce bi bîr xist ku dewleta Tirk ji kevn de hebûna Kurd qebûl nake, her tim dibêje koneke Kurd li Afrîkayê hebe jî dê bişewitîne. Îro jî bi hinceta şerê li djiî PKK’ê sivîlan qetil dike.

Xoce da zanîn ku dewleta Tirk ji ber avakirina herêmeke Kurd li bakurê Iraqê pir poşman e, nedikarî li hemberî vê gavê bisekine, lê mercên navneteweyên yên wê demê xwe li ser wê ferz kir ku herêm were avakirin.

Xoce destnîşan kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re li hemberî êrişên li ser herêma Heftanînê bêdeng e û got: "Dibe ku car caran bêdengiya wê li ji ber gefên Tirkiyê yên li dijî wên ne ye."

Xoce di berdewama axaftina xwe de got "Hikumeta Herêma Kuristanê gelek kêmasî bi birayên xwe yên li Heftanînê re kirine. Heke Heftanîn an jî Qendîl an jî PKK’ê têk çû dê hebûna Kurd tevahî têk biçe. Ji lew re hedefa vê êriş têkbirina herêma Kurdistanê ye jî, ji lew re divê ji bêdengiya xwe derkeve.

Ehmed Xoce diyar kir ku Herêma Kurdistanê parçeyek ji hikumeta Iraqê û serweriya wê ye, divê ji bo parastina sînorê xwe tev bigire û nehêle Tirkiyê derbasî hundirê xaka wê bibe. Xoce got, divê tenê daxuyaniyan nede. Ji ber daxuyanî têrê nakin ku zêdegavî û êrişên dewleta Tirkiyê bisekinîn.

Xoce bal kişand ser ku dewleta Tirk çavê xwe berdayê ku careke din deste deyne ser Mûsil û Kerkûkê û wan bi bakurê Sûriyê ve girêd bibe. Her wiha dixwaze mêtîngeriya Osmanî vegerîne, divê ev plan werin sekinandin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehemd Xoce di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi yekrêziyê li hember planên dewleta Tirkiyê bisekinin û piştevaniya berxwedêrên Heftanînê bikin. Ji ber berxwedana li Heftanînê bi hebûn û nebûna Kurd ve girêdayî ye.

Li gel êrişan dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kuristanê baregeh ava kirine. Li herêmê zêdetirî 30 baregeh ava kirine. Ev dide nîşandan ku dewleta Tirkiyê hewl dide hebûna xwe li herêmê mayînde bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din