​​​​​​​Ehmed Xoce: Divê partiyên Kurdan dev ji berjewendiyên teng berdin

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce bang li partiyên Kurdan kir ku ji metoda berjewendiyên partîtî yên teng derkevin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide serweriya xwe ya leşkerî û siyasî li ser herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê bike. Zînî Wertê dikeve goşeya stratejîk di navbera parêzgehên Ranya û Soran, rêzeçiyayên Qendîl, Helmot û Karoxê.

Ehmed Xoce der barê rûdanên li herêma Zînî Wertê de li gel ANHA’yê nirxandin kirin.

Xoce wiha got: "Gelê Kurd êdî li ber deriyên serkeftina mezin û derketina ji serdemên tarî ye, her wiha tu xebateke partîtî nakeve berjewendiya giştî, lê belê dê bandorê li vê serkeftinê wekî şoreşên Kurd ên berê ku bi encama siyasetên dişibin wê, bike. Îro rewşên heyî ne gucaw in ku ev nakokî kûrtir bibin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ne pêkan e bicihanîna hêzên PDK’ê li herêma Zînî Wertê ji bilî amadekariya êrişa li ser Qendîlê bê şîrovekirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser pêketina şerê di navbera her du aliyên Kurd de dixebite.

Xoce wiha domand: "Tişta li Zînî Wertê rû dide, pirsgirêkeke mezin ji gelê Kurd bi tevahî re afirand. Divê ev nakokî çareser bibe. Heke em li dîroka Kurd a di sedsala borî de vegerin dê bibînin ku dîrok xwe dubare dike. Lê belê divê nekevin heman şaşiyan. Di hevpeymana Lozanê de gelê Kurd hat paşguhkirin, lê niha rewş bi temamî cuda ye, êdî gelê Kurd di lûtkeya vîna azad de ye û li ser asta çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistin."

Der barê hin kiryarên partiyên Kurd li Başûrê Kurdistanê de Xoce wiha destnîşan kir: "Piştî pêngavên mezin ku gelê Kurd ber bi bidestxistina azadî û mafên xwe ve avêtine, hin partiyên Kurd ên mezin li herêmeke binakok in û ev jî dihêle temenê wê giranbiha be ku gelê Kurd êdî jê pir azar kişandine."

Xoce îşaret pê kir ku divê berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re be û wiha pê de çû: "Ji dêvla nêrîna parçeyî û li gorî wê xebitandin, divê tevahî partî dan û standinê der barê pirsgirêka li Zînî Wertê bi hev re pêk bînin ku berjewendiya giştî di ser tevahî berjewendiyên parçeyî re be, tenê wê demê tevahî nakokî hildiweşin û dê nêzbûna rasteqînî ji partiyan re pêkan be."

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurd û hêzên siyasî kir û wiha got: "Divê ji nû ve li pirsgirêka li wê herêmê vegerin û li gorî mentiqê parastina berjewendiya gel tev bigerin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din