​​​​​​​Ekrem Mehşûş: Projeya neteweya demokratîk çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e

Şêwirmendê Meclisa Qebîleya Cibûr a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş got: “Pêkanîna projeya neteweya demokratîk a bingeha fikrê Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya tevahiya pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku demokrasi li ser berjewendiya gelên herêmê ava dibe, ne ku li ser desthilatdaran.”

Rêber Abdullah Ocalan rewşa Rojhilata Navîn û pirsgirêkên dijîn analîz kir û çareseriyên guncaw pêşkêş kir. Bi rêya hevdîtin û nameyên ku dişîne destnîşan kir ku çareserî di navendîbûnê, pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de veşartî ye. Her wiha diyar kir ku gelên herêmê dikarin pirsgirêkên xwe bi teşeya herî guncew çareser bikin.

Şêwirmendê Meclisa Qebîleya Cibûr  a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş ji ANHA`yê re diyar kir ku Rêber Abdullah xwedî fikrek zanakirin û demokratîk e.

Mehşûş got: “Fikrên Rêber Ocalan di avakirina neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolê sereke lîst. Rêber Abdullah Ocalan armanc dike vî fikrî li tevahiya cîhanê belav bike ne tenê li herêmên Kurdan. Di dema niha de tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û wekheviyê bi hev re dijîn.”

‘TIRKIYÊ NIKARÎ FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN TUNE BIKE’

Ekrem Mehşûş di berdewamiya gotinên xwe de got: “Tirkiyê ev 21 sal e  Rêber Abdullah Ocalan dîl digire, armanca tunekirina mirovahiyê ye. Lê Rêber Abdullah Ocalan di hundirê zindanê de rolek mezin di daxwazên gelan de ji bo azadiyê û bidestxistina mafên şelandî dilîze.”

Mehşûş wiha domand: "Niha Tirkiye di nav bêdengiya navdewletî zêdetirî nîvê herêmên sînor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê   dagir kirine. Dewleta Tirk ne tenê Kurd, armanc dike ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava nakokiyan de bihêle. Ji ber wê bi hinceta ewlehiya neteweyî û avakirina herêmek ewle li ser sînorên xwe çeteyên xwe dişîne Lîbyayê."

‘DESTWERDANA DERVE SEDEMA SEREKE YA AFIRANDINA ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN E’

Ekrem Mehşûş wiha qala sedemên afirandina aloziya li Rojhilata Navîn kir û got: "Sedema yekê ew e ku pergal û serokên dewletên Rojhilata Navîn bi rêya xizmetkirina dewletên mezin, rê dan ku ev alozî pêk werin û gel biêşe. Sedema din jî armanc û timayên welatên rojava di xêrûbereketên Rojhilata Navîn û dagirkirina wê bi hinceta çareserkirina nakokiyan bi rêbazên aştiyane ye."

‘PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN TENÊ BI RÊYA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESER DIBIN’

Di dawiya gotinên xwe de şêwirmendê Meclisa Qebîleya Cibûr a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş destnîşan kir ku çareseriyên siyasî li Rojhilata Navîn bi serneketin û got: "Lê ger projeya neteweya demorkatîk li Rojhilata Navîn pêk were, dê pirsgirêkên heyî hêdî hêdî çareser bibin û dê şerên navxweyî tune bibin. Ji ber ku demokrasî li ser bingeha berjewendiya gelan ava dibe ne li ser desthilatdaran."

(şx)

ANHA


Mijarên Din