El-Benawî: Tirkiye hevpeymana Încîrlîkê ya der barê Minbicê de binpê dike

Cîgirê fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî diyar kir ku Tirkiyê lihevhatina Încîrlîkê ya di bin çavdêriya hêzên hevpeymanê de binpê kir. El-Benawî got meclisa wan li gorî xalên lihevhatinê tev digere.

SELWA EBDILREHMAN / MINBIC

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêma bendava Tişrînê ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, rûspî û serokeşîrên Minbicê ji bo rizgarkirina bajarê wan bengewazî li QSD`ê kir, ji ber rewşa herêmê ya hesas, cihê wê yê stratejîk û nerazîbûnên Tirkiyê der barê hemleye rizgarkirinê de, pêwîst bû ku hemû alî di vê derbarê de li hev bikin, bi taybet piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya QSD`ê û hêzên hevpeymanê hate damezirandidn.

Piştî damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya hêzên hevpeymanê, plan û amadekariyên hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê kir. Aliyekî van amadekariyan lihevhatina bi Tirkiyê re bû ku ew wê çaxê dijberî hemleya rizgarkirinê bû, lewma bi çavdêriya Hevpeymana Navdewletî rêzehevdîtin û civîn li baregeha Încîrlîkê ya Tirkiyê hatin lidarxistin. Tirkiyê ji bo astengkirina hemleyê û parastina çeteyên DAIŞ`ê bertekên cuda nîşan didan.

Ji bo ku bertek û hincetên Tirkiyê ji holê rabin û bê tekezkirin ku yên Minbicê rizgar bikin welatiyên Minbicê bi xwe ne, şandeyeke Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku ji şehîd Fêsel Ebû Leyla, şehîd Ednan Ebû Emced, Ebû Casim El-Begarî û Îbrahîm El-Benawî pêk dihat, çûne baregeha hêzên Amerîkayê ya li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, ji wir jî endamên şandeyê û şandêrê serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk çûne baregeha Încîrlîkê ya li bajarê Edene yê Tirkiyê û bi rayedarên Tirk re civiyan.

Di civînê de ku berê ji aliyê Hevpeymana Navdewletî û artêşa Tirkiyê ve hatibû amadekirin, nêzî 65 fermandarên hevpeymanê û 30 fermandarên artêşa Tirkiyê û endamên şandeya Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdar beşdar bûn. Beşdarên civînê destpêkê xwe da naskirin, piştî ku aliyê Tirk tê gihîşt ku şandeya meclisê hemû welatiyên Minbicê ne, êdî armancên hemleya rizgarkirina Minbicê hatin vegotin.

Beşdarên civînê der barê hinek biryaran de li hev kir, biryarên sereke yên civînê jî wiha bûn: "Meclisa Leşkerî ya Minbicêdê hemleya rizgakirina Minbicê bi piştgiriya QSD`ê bi rê ve bibe, aliyê Tirk jî soz da ku alîkariyên lojîstîk û leşkerî bide hêzên rizgarkirinê, bajar piştî rizgarkirinê dê radestî meclis û rêveberiyeke sivîl bê kirin û hêzên ewlekariyê jî dê aramî û ewlehiya bajêr biparêzin, her wiha hêzên ku piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin, piştî rizgarkirina bajêr dê vegerin baregehên xwe yên li herêmên bakurê Sûriyê."

Der barê mijarê de cîgirê fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî wiha dibêje: “Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemû biryarên lihevhatina Încîrlîkê pêk anîn. Em girêdayî hemû biryaran in, me bajar radestî hêzên ewlehiyê û rêveberiya sivîl kir û hêzên QSD`ê jî vegeriyan baregehên xwe yên li bakurê Sûriyê, lê aliyê ku berpirsyariyên xwe pêk neanîn Tirkiye û artêşa wê bû. Alîkarî û piştgiriya lojîstîk û leşkerî ku soz da bû bide, neda. Berovajî wê lihevhatin binpê kir û hêzên ku Minbic rizgar kirine û ji terorê diparêzin, wek terorîst bi nav dike."

El-Benawî da zanîn ku hemû hêzên piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Minbicêkirine û di serî de hêzên QSD`ê vegeriyane baregehên xwe, van hêzan piştî ku erkên xwe yên perwerde û şêwirdariyê bi dawî kirin, hêzên xwe vekişandin.

Her wiha El-Benawî got daxuyaniyên Tirkiyê yên dibêjin ku hêzên Yekîneyên Parstina Gel (YPG) hîna li Minbicê hene, ne rast in û wiha got: "Yên ku niha bajêr bi rê ve dibin rêveberiya sivîl ya ji welatiyên herêmê ye, yên ku sînorên bajêr jî diparêzin Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye û yên ku ewlehiya hundirîn jî diparêzin, hêzên ewlehiyê yên ku bi piştgirî û çavdêriya hêzên hevpeymanê hatine avakirin in, ev hêz ji keç û xortên bajarê Minbicê pêk tên."

El-Benawî nerazîbûna xwe der barê daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê de ku hêza wan wek terorîst bi nav dike, nîşan da û wiha pê de çû: "Çawa Tirkiye hêzên me wek terorîst bi nav dike? Me hemleya leşkerî bi lihevhatina bi Tirkiyê û hêzên hevpeymanê re dest pê kir, xalên lihevhatinê jî pir eşkere û zelal bûn ku pêwîst e hêzên leşkerî û ewlehiyê li bajêr bimînin û rêveberiyeke sivîl ji welatiyên Minbicê bê avakirin, niha rewş wilo ye, tişta li ser erdê çêdibe li gorî lihevhatinên herêmê û navdewletî pêk hatiye, hincetên Tirkiyê bê wate ne, Tirkiye xalên lihevhatina Încîrlîkê binpê dike."

(k)

ANHA


Mijarên Din