El-Beşîr sewqî dozgeriya li dijî gendeliyê hate kirin

Serokê berê yê Sûdanê Umer El-Beşîr cara yekemîn piştî derbeyê derket. El-Beşîr sewqî dozgeriya têkoşîna li dijî gendeliyê kirin.

Şahidekî ji ajansa Reutersê got serokê berê yê Sûdanê Umer El-Beşîr cara yekemîn piştî hilweşîna rêjîma wî derket û sewqî dozgeriya têkoşîna li dijî gendeliyê hate kirin.

Nûnerê Giştî yê Sûdanê El-Welîd Seyid Ehmed roja Şemiyê gotibû, Beşîr bi tewanên girêdayî gendeniyê, jê bi karanîna pereyên biyanî dê derkeve pêşberî dozgeriyê û eşkere kir ku dê 41 dozên li dijî serokê berê yê Sûdanê hatin vekirin.

Dozgeriya Giştî roja Pêncşemê, serokê berê yên Sûdanê bi karanîna pereyên biyanî û şûştina pereyan sûcdar kir.

El- Beşîr piştî çalakiyên protestoyê yên mehekê dewam kir di 11’ê Nîsanê ket û hate girtin.

 


Mijarên Din