El-Cabrî: Hikumeta Iraqê di demên guncaw de dê rêbazên din bi kar bîne

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Wasiq El-Cabrî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze beşeke xaka Iraqê tev li xwe bike û got “Dewleta Iraqê heger mudaxeleya dewleta Tirk di axa Iraqê de mîna xwe ma, di demeke guncaw de dê rêbazên din bi kar bîne.”

Şîrovakerê siyasî yê Iraqê bi rêya telefonê ji ANHA`yê re girêdayî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên ser sîrnor li Başûrê Kurdistanê û avakirina baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê axivî.

El-Cabrî di destpêkê de got: “Dewleta Tirk bi mudaxeleyên xwe di xaka Iraqê de serdestiya dewleteke Ereb binpê dike. Li ser wê hikumeta Iraqê gelek caran li cem Camîa Erebî gilî kir. Wê jî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. “

El-Cabirî îşaretpê kir ku dewletên Ereb nikarin biryarên cidî li hember mudaxeleyên derve nîşan bidin ji ber ku hêzeke parastinê ya hevpar nîn e.

El-Cabirî da zanîn ku Tirkiye êrişî sivîlan dike û hejmarek herêm û çiyayên Iraqê dagir dike. Sivîlan topbaran dike, dikuje û dibe sedema koçberiya sivîlan û şewitandina gelek zeviyan.

Her wiha El-Cabrî di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk dixwaze beşan ji xaka Iraqê tev li xwe bike. Ev di nexşerêya ku dewleta Tirk xêz kiriye diyar dibe. Divê hikumeta Iraqê li cem Meclisa dewletên Ereb gilî bike. Lê xuyaye bê fêde ye. Tenê kaxiza aborî li pêşiya Iraqê ma. Ev kaxiz bi 17 milyar dolar ji bazirganiya her sal tê texmînkirin. Ev kaxizek xurt e.”

Di dawiyê de El-Cabirî got: “Destpêkê Iraq dê rêyên dîplomatîk li hember planên dewleta Tirk bi kar bîne. Piştre di demên wê yên guncaw de dê rêbazên din bi kar bîne. Gelek pirsgirêk li welêt hene. Lewra Iraq nikare şer bike. Di heman demê de tedbîrên ji hêla hikumetê ve hatine girtin li hember mudaxeleyên dewleta Tirk bê fêde ne.”

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan kîlometreyan derbasî nav xaka Iraqê bûye. Zêdetirî 30 baregehên leşkerî li wir ava kirine. Hîna jî avakirina baregehên nû didomîne da ku dagirkirina xaka Iraqê bisepîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din