El-Caferî: Ji bo parastina Idlibê divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

Nûnerê Sûriyê yê Dayîmî li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî got:  Lihevkirina kêmkirina şer li Idlibê demkî ye, ne munkin e dewam bike. Divê her kes nas bike ku ji bo parastina wê ji Tirkiyê tê xwestin ku mîsyonên xwe pêk bînin û dagirkirina xwe li herêmên Sûriyê bi dawî bike û sozên xwe yên rawestandina destekdayîna bi rêxistinên teror li Idlibê bi cih bîne."

Konseya Ewlekariyê de ya Neteweyên Yekbûyî li ser vexwendina Almaya, Belçîka û Kiwêtê civîneke awarte lidar xist. Di civîna ku Tirkiyê jî beşdarî bibû de Nûnerê Sûriyê yê Dayîmî li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî  got: "Idlib parêzgeheke Sûriyê ye, li ser vê yek dewleta Sûriyê ji parastina Idlib û niştecihên wê yên Sûrî ji terorê eleqedar e. Erka Konseya Ewlekariyê ye ku di vê der barê de destekê bide dewleta Sûriyê."

El-Caferî, got "Rêxitina Heyet Tehrîr El-Şam ji nepêkaîna Tirkiyê ji bendên lihevkirina Astana û Sochiyê sûd wergirt da ku serweriya xwe li Idlibê ferz bike û herêmeke ji terorê biafirîne."

Beşar El-Caferî her wiha got: "Lihevkirina kêmkirina şer li Idlibê lihevkirineke demkî ye ne mumkin e dewam bike. Divê her kes nas bike ku ji bo parastina wê, ji Tirkiyê tê xwestin ku dagirkirina xwe li herêmên Sûriyê bi dawî bike û sozên xwe yên rawestandina destekdayîna bi rêxistinên teror li Idlibê bi cih bîne."

 


Mijarên Din