El-Derwîş: Ji bo parastina sînorên xwe em ê bibin bendeke asê

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş tev li çalakiya mertalên zindî ya ku li kantona Kobanê li gundê Qeremoxê bû û got: "Em aştîxwaz in û ji bo parastina sînorên xwe ji her êrîşekê em ê bibin bendeke asê."

Çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê di roja xwe 23`yan de bi tevlibûnek berfireh ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Ev çalakî ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê de pêk tê.

Di çalakiyê de îro hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Misleb El-Derwîş axivî û got: "Ji bo parastina herêmên me ji her êrîşekê em ê bibin bendeke asê. Em bang li gelê Tirkiyê dikin ku gefên Erdogan ê ku hewl dide ciwanên wan bixe nav şerên derve û dagirkirina herêmên din red bikin. Em ji cîhanê re tekez dikin ku em aştîxwaz in û şer naxwazin."

Di dawiyê de El-Derwîş got: "Heta niha em hewl didin vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji ber ku em alîgirên aştiyê, jiyana hevpar û biratiya gelan in."

Beşdarên çalakiyê li ser sînor mertalek zindî bi dirêjahiya bi sed metreyan li nêzî sînor çêkirin û dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin.

Çalakî rojane berdewam dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din