​​​​​​​El-Disûqî: Dewletên ku pergalên wan xurt wê ji Koronavîrûsê bihêz derbikevin

Dr. Îhab El-Disûqî got: “Cîhan li beramberî aloziyek aboriye. Wê hêzên aborî yên dewletên xwedî pergalên perwerde, tenduristî û lêkolînên zanistî bi hêz bibin. Niha şerek dijwar heye lê dijmin ne diyar e.”

Pisporê aborî yê misirî, mamoste û serokê beşa aborî ya Akademiya Sadat Dr. El-Disûqî di hevpeyvînek li gel ANHA’yê di derbarê vîrûsa Koronayê de axivî.

El- Disûqî di destpêka axaftina xwe de got: “Cîhan di qonexek hesas a aborî re derbas dibe. Heta niha tiştek wisa çênebûye. Di tevahiya waran de, bi taybet a turîzmê de asta hilberînê daketiye. Warê turîzm, hewavanî û veguhestina asmanî bi temamî rawestîne.”

Dr. El-Disûqî diyar kir ku dirêjbûna krîza aborî li gorî dirêjbûna wextê vîrûsê ye û wiha axivî: “Li gorî ji IMF ( sindoqa diravê ya navneteweyî) derketiye, cîhan bi rastî di kesadek aborî re derbas dibe. Yanî asta firotinan û hilberînê êdî zaîf bûye û her ku diçe dadikeve. Ev tê wateya ku asta xwestin û pêşkêşkirin êdî nizm bûye. Ev jî ji ber ku gelek şirket, kargeh û tevgera kesan rawestîne û tevgera kelûpelan di navbera dewletan de sivik bûye."

Li gorî wê Dr. El-Disûqî dibîne ku asta bêkariyê li ser asta tevahiya dewletên cîhanê bilind bibe. Bi taybet ji ber ku beşek mezin di sazî û kargehên ne fermî de kar dikirin. Her wiha di warên fermî de jî dev ji beşek mezin ji karkeran hatiye berdan.

Dr.El-Disûqî axaftina xwe wiha domand: “Ez nûçeyên girêdayî jihevketibûna Yekitiya Ewropayê rast nabînim. Ez bawer dikim ku li hember vê pandemiyê koordîne û hevkariyek mezintir di navbera dewletan de dixwaze. Dûrbûnek di navbera endaman û dewletan de heye. Lê nêzîkbûnek civakî ji bo parvekirina agahiyên tenduristî û vedîtina dermanan heye. Hinek nexweşên Fransî li Almanya hatin dermankirin."

‘KRÎZA LI HERÊMÊN EREB DÊ MEZINTIR BE’

Dr. El-Disûqî destnîşan kir ku krîza li herêma Ereb wê ji krîza welatên din mezintir be û wiha pêde çû: “Ji ber ku dewletên pêşketî xwedî hêzên aborî xurt in, çi di warên pîşeyî yanjî çandinî yan jî xizmetguzarî de be. Herêma Ereb di vî warî de gelek lewaz e. Ji ber wê dê bandora aloziyê li ser herêmên Ereb mezintir be. Lê ev bi asta belavbûna vîrûsê ve girêdayî ye. Heta niha asta nexweşan û miriyan li herêma Ereb, ji ya dewletên Ewropayê kêmtir e. Lê ger zêde bûn mîna Ewropa û Amerîka wê demê aloziya me wê mezintir be."

Girêdayî budceya alîkariyan a ku Banka Navneteweyî ji bo dewletên ku zirar dîtine û xizan re ragihandiye, Dr. El-Disûqî got: “Ev alîkarî têrê nakin. Ji ber ku têkoşîna li hember vê vîrûsê di hundirê wan dewletan de bi hewcedariya finansek gelek mezin e. Ev jî ne pêkane ji ber ku pergalên tenduristiyê yên wan gelek zaîf in.”

Dr. El-Disûqî destnîşan kir ku wê aboriyên nû li ser hesabê aboriyên heyî pêş bikevin û got: "Wê hêzên aborî yên dewletên xwedî pergalên perwerde, tenduristî û lêkolîna zanistî xurt bibin."

Dr. El-Disûqî îşaret bi girîngtirîn windahiyên pergala aborî ya cîhanê kir û got: "Hilberîn bi giştî di tevahiya waran de bi taybet warê turîzmê de kêm bûye. Warên turîzm, hawavanî û raguhastina asmanî bi temamî rawestîne."

Dr. El- Disûqî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şerek heye û dijmin ne diyar e. Dermanek jê re tuneye. Tu amûrek li cem cîhanê tune ye heta karibe li hemberê tê bikoşe.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din