El-Diwêrî: Berjewendiyên Îran û Rûsyayê dijberî hev in

Şîrovekarê leşkerî û stratejîk Fayiz El-Diwêrî anî ziman ku ruxmî ku Rûsya û Îran bi hewcedariya hevkariya leşkerî ne, lê berjewendiyên herî bilind ên her duyan nakok in. Ji ber wê deriyê nakokiyê di navbera her duyan de li Sûriyê vebû. El-Diwêrî got encamên lûtkeya Qudsê rê da Îsraîlê da ku hêzên Îranê di rûbera 160 km de bike hedef û rê li pêşiya tevlêbûna Îranê di şerên li Idlibê de girt.

Aloziya Sûriyê di du mehên dawîn de derbasî pêvajoyeke nû bû û behsa zêdebûna nakokiyan di navbera Rûsya û Îranê de tê kirin.

Di vê demê de li Qudsê lûtkeyek bi tevlêbûna Rûsya, Îsraîl û DYA`yê li dar ket. Di wê lûtkeyê de Rûsyayê girîngiya ewlehiya Îsraîlê tekez kir û nameyên neyînî ji Îranê re şandin.

Piştî lûtkeyê behsa hindek girtekên navdewletî yên nû li ser erdê hate kirin. Jê ya herî girîng ew e ku Rûsyayê hişt ku rejîma Sûriyê rêveberên sereke yên girêdayî Îranê biguherîne. Hêzên rejîma Sûriyê di şerên xwe de li Idlibê û derdorê astengî dîtin. Ji bo naskirina van rûdanan generalê ku îstîfa kiriye, şîrovekarê leşkerî û stratejîk Fayiz El-Diwêrî ji ajansa me re axivî.

‘Dijberiya berjewendiyan nakokî di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê çêkirin’

El-Diwêrî di destpêka axaftina xwe de xwezaya têkiliyên Rûsya-Îranê şîrove kir û got: "Têkiliyên Rûsya û Îranê li Sûriyê, têkiliyên ku di hin waran de li hev dikin, ji ber ku di çarçoveya leşkerî de bi hewcedariya hevkariyê ne. Her wiha li ser her du astên stratejîk û siyasî nakokî hene. Ji ber ku mezinbûna berjewendiyên Îranê dê li ser hesabê Rûsyayê be û berovajî wê jî rast e."

El-Diwêrî wiha domand: "Mudaxeleya Rûsyayê li ser daxwaza Îran û rejîma Sûriyê hat. Lê ya ku Rûsya teşwîq kiriye, serdana Qasim Silêmanî ji Moskovê re bû. Hevkarî ji Îlona 2015`an ve ji tevahiyan re balkêş bû. Bi rêya wê herêmên ku bi navê ‘herêmên bêçek’ tên binavkirin careke din hatin kontrolkirin. Tevlêbûna Astana û Soçiyê wê destnîşan dike. Parvekirina hegemonyayê di navbera her du aliyên Rûsya û Îranê li Sûriyê, cureyeke koordîneyê ye, lê di dawiyê de dema em behsa berjewendiyên herî bilind ên her du dewletan li Sûriyê dikin, dijberiyek derdikeve û deriyê nakokiyan di navbera her duyan de vedibe."

‘Encamên lûtkeya Qudsê bandorê li berjewendiyên Îranê û şerên li Idlibê dike’

Girêdayî zêdebûna nakokiyan di navbera Rûsya û Îranê de piştî lûtkeya Qudsê ya ewlehiyê El-Diwêrî got: "Kongreya Qudsê nîşaneya diberiya berjewendiyan e, êrîşên dawîn ên Îsraîlê  li dijî nuqteyên Îranê bi rûbera 160 km li Sûriyê bêyî erêkirin û razîbûna Rûsyayê ne pêkan in."

El-Diwêrî wiha berdewam kir: "Hewcedariya leşkerî bi Îranê li Sûriyê gelekî kêm bûye. Îsbata herî mezin jî rêgirtina li pêşiya beşdarkirina Îran û Hizbullahê li rex hêzên rejîma Sûriyê di şerên li herêmên bêçek de ye. Dibe ku hinek bibêjin ev tişt ji ber têkiliyên Tirkiye û Îranê ye. Erê rast e, dibe ku wisa be lê bi diyarkirina Rûsyayê ye."

El-Diwêrî diyar kir ku di pêvajoya bê de hevkarî û hindek hewcedarî bi Îranê heye. Her wiha cudahî û hevqutkirina têkiliyan heye û ev jî dê di demên bê de serwer be. Israra Îsraîl û Amerîkayê ji bo derxistina Îranê herî kêm di her du dûrahiyên leşkerî û ewlehî de dê bi erêkirina Rûsyayê be.

Fayiz El-Diwêrî wiha pê de çû: "Rûsya behsa pêwîstiya dûrketina hêzên Îranê ji xeta guleberadinê li Colanê destpêkê bi 10 km, piştre 40 km û piştî wê bi 84 km kir. Ev jî pêk nehat, ji ber ku hîna li dora Quneyterayê ye."

Girêdayî rewşa Dêrazorê jî El-Diwêrî wiha got: "Îran bi hêz li bejahiya Cizîrê heye, bi taybet herêma Dêrazorê. Îran dixwaze huseyniyan li wir ava bike û baweriya şîa belav bike. Her wiha El-Bûkemal jî di bin serweriya Îranê de ye, ew herêma herî xeternak tê hesibandin, ji ber ku deriyê sînor e û behsa derbaskirina sotemeniyê ji hêzên Heşd El-Şabî re tê kirin. Lê bi texmîna min yê ku diviyabû bi vê tiştî re bide û bistîne, ne Rûsya bû lê belê Amerîka bû. Lewre hewcedarî bi parastina cureyek ji hevkariyê heye. Lê ev nakokî dê di hefte û mehên bê de zêde bibe."

(şx)
ANHA


Mijarên Din