El-Ebid navaroka hevdîtina bi fermandarên rûs re eşkere kir

Şandeyek ji meclis û şêniyên kantona Girê Spî bi fermandarên leşkerî yên rûsî re civiyan. Şandeyê nameyek û daxwazên koçberên kantonê radestî aliyên rûsî kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid navaroka civîna wan bi fermandarên Rûsyayê re ya li bargeha Rûsyayê li Eyn Îsayê pêk hatibş eşkere kir.

Şande ji hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û Hêvîn Îsmaîl tevî nûnerên şêniyên kantonê pêk hat.

Hemîd El-Ebid diyar kir ku armanca wan a hevîtina bi serbazên Rûsya re ew bû ku dengê koçberên herêmên dagirkirî bighînin hikumeta Rûsyayê.

El-Ebid destnîşan kir ku wan di nameya xwe de xwestin ku gereke dagirkerî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî were rawestandin. Her wiha teqezî li ser girîngiya pêkanîna agirbestê û vekirina rêya navdewletî M4 ji bo sivîlan û misogerkirina vegera ewle ya şêniyan li warê xwe kirin.

El-Ebid da zanîn ku rusan gotin daxwazên wan rewa ne û hêzên rûsî wê garantora lihevkirinên bi aliyê Tirk re be.

Hemîd El-Ebid encamên civînê û bersiva rusan a ji nameya wan re erênî wesifand û got: "Encam erênî bûn û wê bi awayekî piratîk bi rêya vekişandina çeteyan û destkerê wan Tirkiyê heya 3 km li bakurê rêya navdewletî pêk were."

El-Ebid wiha domand: "Ji bo misogerkirina vekişîna Tirkiyê û ewlehiya rêya ji Eyn Îsa heta Til Temirê wê dewriyên rûsî li ser rêya navdewletî werin meşandin."

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku ev gav wek qonaxek yekemîn tê hesibandin. Piştre wê qonaxên din di pêşerojê de hebin û wê di demên pêş de di dema guncew de bi rêya koodîneya bi hikumeta Rûsyayê re werin eşkerekirin.

Di berdewama gotinên xwe de El-Ebid diyar kir ku: "Mijara herêma dagirkirî wê bi hebûna hêzên Tirkiyê û çeteyên wê ne pêkan be. Şêniyên navçeyê helwesta xwe diyar kirine.  Ev mijar bi hêzên siyasî û navdewletî yên bi bandor re nîqaş bibin."

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got: "Tevî daxwazên li jor, me ji aliyê rûs xwest rolek bilîze û me tev li hewldanên avakirina destûra sûrî û biryara siyasî ya sûrî bike. Ji ber ku em beşek ji axa Sûriyê ne. bersîv erênî bû û wê tevahiya deteyên vê civînê di demekê de eşkere bibin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din