El-Erec: Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike

Koordînetorê Giştî yê Hevlabendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê  Ehmed El- Erec diyar kir ku Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike û wiha got: “Dema danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û MSD`ê de destpê kir, Tirkiyê hewl da li hember lihevkirina her du aliyan bibe bend û asteng bike. Di Cinevê de Tirkiyê li hember nûnertiya hêzên niştîmanî ya Sûrî da ku bighêjin çareseriya alzoiya Sûriyê bûbû asteng.”

Girêdayî diyaloga Sûrî-Sûrî ku li Kobanê li dar ket, Koordînetorê Giştî yê Hevlabendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê ya ku di bin sîwana MSD`ê dixebite Ehmed El-Erec ji ajansa me re axivî.

Di destpêka hevpeyvînê de Ehmed El-Erec diyar kir ku ji bo bidawîbûna aloziya Sûriyê, diyaloga neteweyî pêwîste û wiha axivî: “Di destpêka aloziya Sûriyê de me tekez kir ku çareserî ji aliyê siyasî ve pêkan e. Niha em bi hewcedariya diyalogek neteweyî ya Sûrî giştî ne. Divê ev diyalog li Şamê, bi  sponseriya aliyên navneteweyî û civaka navdewletî pêk were. Divê Şam an jî rejîma Sûriyê gavan biavêje. Ji ber ku beyî lihevkirina tevahiya hêz û aliyên Sûrî çareserî ne pêkan e. "

El-Erec di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku diyalog li herêmên Bakurê Sûriyê bi însiyatîfa hindek hêzên niştîmanî wek MSD`ê destpê kiriye. El-Erec got: “ MSD`ê li Eyn Îsayê gelek diyalog pêk anîn a herî dawî jî li Kobanê bû. Di Komxebata Diyalogên Sûrî-Sûrî ya 27 û 28’ê Adarê  li bajarê Kobanê pêk hat de, mijara nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê hat nîqaşnkirin. Hemû beşdarên komxebatê diyar kirin ku Sûriye venagere rewşa beriya 2011’an. Nîqaş bi awayekî objektîf û  baş birêve çûn. Her wiha hate xwestin ku Sûriyê veguhere welatekî demokratîk û pirreng. Navendîbûyîn êdî xizmeta gel nake.”

‘Divê Şam gav bavêje’

Girêdayî pêwîstiya lihevkirina tevahiya hêzan; opozîsyon, rêjîma Sûriyê û hêzên din El-Erec wiha got: "Divê ev nîqaş ji Şamê destpê bike. Divê rêjîma Sûriyê garantî bide hêzên niştîmanî yên ku beşdarî diyalogê dibin da ku bi azadî nêrînên xwe rave bikin. Divê tevahiya hêzên niştmanî beşdarî Cinev, Soçî û Astanayê bibin. Hindek hêzên niştîmanî di nav de MSD`ê ji wan civînan hatibû bi dûrxistin."

Di nav gotinên xwe de El-Erec destnîşan kir ku opozîsyona Sûrî mîna Rejîmê tiştek nû ji gelê Sûriyê re pêşkêş nekir û wiha pê de çû: “Berovajî wê ji Rêjîmê xirabtir bû û xizmeta Rejîmê kir. Eger tevahiya hêzan di bidawîkirina aloziyê de cidî ne, divê diyalogek neteweyî ku mafên gelê Sûriyê misoger dike û nexşeriyeka Sûriyeya nû, demokratîk û nenavendî xêz dike, destpê bikin.”

Girêdayî nîqaşên li ser guhertina bendên destûra Sûrî, El-Erec wiha axivî: “Gelek nîqaş li ser guhertina destûra Sûrî têne kirin. Wek Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê em hewl didin ku sazûmaniya Rêjîmê û destûran biguherin. Lê bi şerta ku destûra Sûriyê ji aliyê dewletekê ya jî ajandeyekê neyê amadekirin."

‘Dosyaya Idlibê aloz e’

El- Erec girêdayî mijara Idlibê, li herêmê siyaseta Rûsya û Tirkiyê, bi taybet piştî bi têkçûna çeteyên DAIŞ`ê nirxand: “Gelek dosya hîna çareser nebûne. Yej ji wan bidawîkirina rêxistinên terorîst li Idlibê ye. Di encama lihevkirina Astanayê de şêniyên Efrînê hatin koçberkirin, çete ji Şam, gundewarê wê û herêmên din ber bi Idlib û Efrînê ve hatin kişandin. Tirkiyê teror li gorî ku soz daye bi dawî nekir. Dema Tirkiyê di hewldanên xwe yên qutkirina Bakurê Sûriyê de têk çû, neçar ma ji Idlibê bi awayekî şeklî vekişe. Wisan da nîşan ku bi çeteyên ku destekê dide wan re şer dike. Idlib radestî Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) kir.” 

El-Erec wiha berdewam kir: "Piştî ku Tirkiyê Idlib radestî Heyet Tehrîr El-Şam kir û nikarî êrîşî Bakurê Sûriyê bike vê carê propogendeya destpêkirina êrîşan li Idlibê dike.”

‘DAIŞ`ê li Idlib û bakurê Helebê ye’

Tevî têkçûna DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna rêxistinên terorîst xwe li hindek herêmên bakurê rojavayê Sûriyê asê kirine. Têkildarî vê mijarê El-Erec tekez kir ku bi hebûna Tirkiyê ya li herêmê xeteriya wan rêxistinan hîna heye û êdî DAIŞ`ê li Idlib û bakurê rojavayê Sûriyê xuya dike.

El-Erec pêwîstiya bidawîkirina tevahiya dosyayên ku aloziya Sûriyê dirêj dikin tekez kir û wiha got: “Dewleta misogerker û destekar li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine Rûsya ye. Ji ber wê divê Rûsya dosyaya rêxistinên terorsît û hebûna Tirkiyê li herêmê bi dawî bike. Em dibînin ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê li hember lihevkirina gelê Sûriyê astengiyek û xeteriyek e.”

‘Tirkiyê lihevkirina Sûrî-Sûrî asteng dike’

Girêdayî mijara  danûstandina di navbera MSD`ê û rêjîma Sûriyê  de Ehmed El-Erec got: "Dema danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û MSD`ê de destpê kir, Tirkiyê hewl da li hember lihevkirina her du aliyan bibe bend û asteng bike. Di Cinevê de Tirkiyê li hember nûnertiya hêzên niştîmanî ya Sûrî da ku bighêjin çareseriya alzoiya Sûriyî bûbû asteng. Ji ber wê ji bo bidawîkirina rêxistinên terorîst, pêkanîna lihevkirinên ku dê ji hêviyên gelê Sûriyê re bibin bersîv, vegerandina penaberan û rawestandina guhertina demografîk, divê Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê vekişe yan jî were derxistin."

Di dawiyê de Koordînetorê Giştî yê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêwîste hêzên niştimanî diyalogan destpê bikin, nexşerêya çareseriya aloziyê danin da ku Sûriyek demokratîk, pirreng û nenavendî ava bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din