El-Esed: Cenga rizgarkirina Heleb û Idlib berdwam e

Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed got kontrolkirina Heleb nayê wateya serkeftinê û anî ziman ku ku cenga rizgarkirina Heleb û Idlibê berdewam e.

Serokê rejîma Sûriyê derbarê kontrolkirina tevahiyê Helebê ji aliyê hêzên wî ve axivî û got: "Raste e ku bajar di 2016`an de rizgar nebû lê ewlehiya dihat xwestin pêk nehat û di bin topên xedar û tirsonekan de ma. Di mentiqa leşkerî de em biser ketin. Lê di mentiqa neteweyî de serkeftin ji destpêka berxwedanê ve destpê dike. Bi vê mentiqê Heleb û Sûriye biserket."

El-Esed wiha domand: "Lê em baş dizanin ku ev serkeftin nayê wateya bidawîbûna şer, nayê wateya hilweşîna planan û ne jî tunebûna terorê. Nayê wateya ku dijmin xwe teslîm bike. Lê tê wateya ku pozên wan ketin nav axê weke destpêkek ji tunebûna wan a dawî."

El-Esad bi awayekî neyekser peyam şand ji Tirkiyê re û got: "Ev nayê wateyê ku em bisekinin. Lê em amadekariya şerên demên pêş dikin. Yanî cenga rizgarkirina gundewarê Heleb û Idlibê berdewam e. Her wiha şerê me heya rizgakirina tevahiya axa Sûriyê, tunekirina terorê û pêkanîna ewlehiyê berdewam e. "

Hêzên rejîma Sûriyê di du rojên dawîn de bi awayekî bi lez herêmên li gundewarên bakur û rojava kontrol kir piştî ku komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê jê vekişiyan.

(şx)

 


Mijarên Din