El-Eyûbî: Erdogan, sûcên şer dike û ji bo netewa Ereb xeteriyek e

“Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berpirsê belavbûna kuştin û wêraniyê li bakurê Sûriyê û Lîbyayê ye."

Serokê navenda Ereb a Karûbarên stratejîk  a Qudisê şêwirmend Zeyd El-Eyûbî, destwerdana Tirkiyê ya li welatên Rojhilata Navîn axivî û wiha got: “Tevahiya raporên istixbaratî yên ku hatine belavkirin, teqez dikin ku Erdogan Tirkiyê veguherandiya cihê perwerdekirina terorsîtan û şandina wan ji bakurê Sûriyê û Lîbyayê re. Bi taybet alîgirên koma ixwan muslimîn. Ew çekdar di baregehên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk de perwerdeyên leşkerî pêşketî dibînin. Piştre Erdogan derbasbûna wan ji bakurê Sûriyê û bi rêya derya û asîmanê ji Lîbyayê re hêsan dike. Da ku li rex milîsên El-Serac li dijî artêşa watanî ya Lîbyayê bi rêveberiya Xelîfa Heftar şer bikin.”

El-Eyûbî destnîşan kir ku Erdogan bi rêya desteka komên terorîst ên tundrew li welatên Ereb armanc dike, dagirkeriya Osmanî li ser axa ereb vejîne. Carek din karînên netewa ereb kontrol bike. Ev timayên wî ewlehiya neteweyî ya Ereb tehdîd dikin, ji ber wê divê bi Ereb bi dilekî li hemberê bisekinin.

El-Eyûbî wiha domand: "Erdogan û koma ixwan muslimîn sûcên şer li dijî Kurdan li Sûriyê pêk anîn, bi armanca ku hêviyên wan di mafê biryarkirina çaranûsa xwe de di avakirina dewleteke serbixwe têk bibin. Erdogan sûcdarekî şer ê xeternak e. Divê ji ber sûcên hovane yên li djî zarok, jin û sivîlan li bakurê Sûriyê  kirine,  were darizandin. Tu bihaneyên wan sûcan tune ye yên ku derûnî û kesayeta zordest Erdogan kontrol dikin."

Şêwirmend El-Eyûbî bang li tevahiya dewletên Ereb kir ku eniyek leşkerî û siyasî li dijî xeteriyên timayên Erdogan di Welatê Ereban de bisekinin û karînên netewa Ereb û rûmeta wê biparêzin. Bi taybet ji ber ku li dijî ewlehiya neteweyî ya Ereb in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din