EL-Fexfax: Tunis li dijî destwerdana biyanî û parçekirina Lîbyayê ye

Serokê hikumeta Tunisê got herî zêde welatê wî zirarê ji ber rewşa Lîbyayê dibîne û tekez kir ku Tunis li dijî parçekirina Lîbyayê û destwerdana biyanî û leşkerî ye.

Serokê hikumeta Tunisê Iliyas El-Fexfax tekez kir ku welatê wî dixwaze çareseriyekê ji rewşa Lîbyayê re bibîne û got: "Em nahêlin ku Lîbya were parçekirin û em ê bi hemû derfetên xwe destekê bidin aramiyê û xurtkirina aboriya hevbeş."

El-Fexfax destnîşan kir ku Tunis ji welatên ku zêdetirîn zirarê ji ber rewşa Lîbyayê dibîne û diyar kir ku dosyayê Lîbyayê di pêvajoya pêşde dê ji xebatên hikumeta wî yên sereke be.

El-Fexfax got welatê wî bi rewabûna navdewletî û çareseriya navxweyî ya Lîbyayê re ye û ew projeya parçekirina Lîbyayê red dikin, her wiha Tunis dê roleke zêdetir di diyalogên Lîbyayê ji bo aramiyê bilîze.

El-Fexfax anî ziman ku Tunis di jî destwerdana biyanî û leşkerî li Lîbyayê ye.

(bx)


Mijarên Din