El-Hiwêc: Komên çete gefan li dewletên Ewropayê û civaka navneteweyî dixwin

Îro wezîrê karê derve yê Lîbyayê Abdulhadî El-Hiwêc tekez kir ku Fayîz El-Serac li paytexta Lîbyayê Terablusê desthilatê bi destê xwe ve tîne û destnîşan kir ku komên çete gefan li dewletên Ewropayê û civaka navneteweyî dixwin.

El-Hiwêc di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku çete malên xelkê Terablusê dagir dikin. El-Hiwêc wiha got: "Çete gefan ne tenê li Lîbyayê, lê belê li dewletên Ewropayê û civaka navneteweyî jî dixwin."

Her du aliyên şerê Lîbyayê, ji ber sedemên cuda beşdarbûna xwe di diyalogên siyasî de ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinêvê bi rê ve dibe, ragihand.

Parlamantoya Lîbyayê diyar kiribû ku ji ber ku şandeya NY`yê li Lîbyayê 13 delegeyên wê qebûl nekirin, ew beşdarî civînê nabe. Hikumeta El-Serac jî destnîşan kir ku ew li benda bidestxistina pêşketinan di dan û standinên leşkerî de ne.

Gelek dewletên Ereban û dewletên Ewropayê, Tirkiye bi nepêkanîna sozên xwe yên Konferansa Berlînê ya der barê şandina çete û çekan ji bo Lîbyayê de tawanbar dikin.

(eh)


Mijarên Din