"El-Icêlî zanisteke di bîranîna welat de ye" navnîşana semînerekê bû

Li Reqayê bi tevlîbûna bi dehan kesî semînerek li ser mamoste Ebduselam El-Icêlî hate dayîn.

Semîner bi navê "El-Icêlî zanisteke di bîranîna welat de ye" ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê ve li navenda Çand û Hunerê hate dayîn. Bi dehan rewşenbîr, endamên saziyên sivîl û Meclisa Sûriyeya Demokratîk û rûspî amade bûn. Semîner ji aliyê mamoste Ebdulrehmam El-Ehmed ve hate dayîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, mamoste Ebdurehman dest bi dayîna semînerê kir û got: "Her kes ji Reqayê heta redeye eşqê hez kir jê yên lê çavê xwe li dinê vekir, lê xwarin û vexwarin û nefes standin, hin din serdan kirin an jî wekî karmend lê bi cih bû. Ji ber vê yekê Reqa mozayîkeke xweşik e ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê lê hene."

El-Ehmed anî ziman ku sê aşiqên Reqayê hene ku navên wan bi Reqayê ve girêdayî û wiha domand: "Yekem Harûn El-Reşîd ku zêdetirî 13 salan li Reqa ma û dewleta Ebasî bi rêve dibir. Yê duyem jî helbestvan û lêkolîner Mustefa El-Hesen e ku bi navê Buhturî El-Reqa tê naskirin, xema Mustefa tenê ew bû ku deverên dîrokî yên Reqayê werin parastin. Yê sêyemîn jî kesayetek xwedî cih û qederekî mezin e, mamoste Ebdulselam El-Icêlî ye. Her çendî bajarên mezin û pêşketî mîna Şam û Helebê hembêza xwe jê re vekiribûn jî lê wî dixwest di nava xelk û eşîrên Reqayê de bimîne."

Mamoste Ebdulselam El-Icêlî kî ye?

El-Ehmed di berdewama axaftina xwe de li ser kesayeta mamoste Ebdulselam got: "Ebdulrehman El-Icêlî sala 1918‘an ji dayik bû, qonaxa yekemîn a xwendinê li Reqayê qedand, di sala 1937‘an de çû Heleb, di bakaloryayê de di asta yekemîn li Sûriyê bi ser ket. Her çendî bavê Ebdulselam xwest kurê wî hiqûq bixwîne, lê wî îsrar kir ku tib bixwîne û di sala 1945‘an de fakulteya tib a zanîngeha Şamê qedand. Mamoste Ebdulselam di hilbijartinên parlamantoyê yên sala 1947‘an de wekî nûnerê bajarê Reqayê hate hilbijartin. Ebdulselam nûnerî herî biçûk di parlamantoyê de bû ku tememê 29 salî bû. "

El-Ehmed wiha domand: "Wekî tê zanîn mamsote Ebdulselam li cem hemû eşîrên Reqayê xwedî cihekî taybet bû. El-Icêlî hefteyê carekê serdana eywanên Reqayê dikir û rûspî û rewşenbîr li derdora xwe kom dikirin. Her wiha ji xwendina pirtûkan pir hez dikir, di sale de bi sedan pirtûk dixwend."

Mamoste Ebduselam El-Icêlî di sala 2006‘an li Şamê wefat kir.

ANHA


Mijarên Din