El-Idlibî: Armanca şerê li Idlibê geşkirina aboriya rejîm, Tirkiye û Îranê ye

Ebû Umer El-Idlibî got şerê li Idlibê bi zanebûn ji aliyê Rûsyayê ve hat kirin da ku aboriya Tirkiye, Îran û Sûriyê geş bike. Her wiha tekez kir ku sivîl dibin encamên komploya wan.

Fermandarê giştî yê Lîwa Şemal a Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî der barê şer û rewşa dawîn a li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet Idlibê de ji ANHA’yê re axivî.

Ebû Umer di axaftina xwe de got sedema sereke ya dijwarbûna rewşa Idlibê, lihevkirina di navbera aliyên dewletên garantor li Astana-12’an de ye, di civîna wan a dawîn de nakokî û tevliheviya di navbera aliyên li herêmê de tê zêdekirin.

El-Idlibî destnîşan kir ku şer û tişta ku li ser rûyê erdê çêdibe, bi zanebûn ji aliyê dewletên garantor ve bi hevkariya hinek aliyên biguman tê kirin û wiha anî ziman: "Parêzgeha Idlibê tijî sivîl e. Lê di bin serweriya komên terorîst de ne. Ew kom binpêkirin, kuştin, îşkencekirin û girtinê dikin. Tişta ku li ser rûyê erdê çêdibe, şerê radestkirin û teslîmkirinê ye ku bi hevkariya Rûsya, Tirkiye û Îranê tê kirin. Komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê derdikevin. Herêmên rejîma Sûriyê têne radestkirin û her tim jî sivîl dibin qurbanî."

El-Idlibî diyar kir ku armanca hewldanên aliyên ku tev li radestkirina herêma rejîma Sûriyê diyar in û wiha dewam kir: "Armanca wan ew e ku rêya navdewletî ji nû ve were vekirin da ku aboriya rejîma Sûriyê, Tirkiye û Îranê geş bibe. Ji ber ku Amerîkayê gelek ceza li ser wan ferz kirine."

Fermandarê giştî yê Lîwa Şemal a Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî got: “Lihevkirina Astana-12 lihevkirineke dirêj e û li gorî pêvajoyan û planên wan, destpêkê bajarê Helebê li hemberî radestkirina Bab û Cerablûsê ji Tirkiyê re, radestî rejîma Sûriyê hate kirin û pêvajoya duyemîn jî radestkirina Efrînê ji Tirkiyê, li hemberî radestkirina Xûta ji rejîmê re bû. Di vê pêvajoyê de plan ew e ku Idlib radestî rejîmê were kirin, lê heta niha dê berjewendiyên Tirkiyê di vir de çi ne, nehatiye zanîn.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din