El-Kazimî banga berdana xwepêşandêran kir

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî avakirina komîteyek lêpirsînê derbarê bûyerên dawî yên li Iraqê ragihand û banga berdana girtiyan kir. Her wiha Ebdulwehab El-Saidî wekî serokê Karûbarên Têkoşîna li Dijî Terorê erkdar kir.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî îro fermana avakirina komîteyek lêpirsînê a derbarê rûdanên Cotmeha borî de da.

El-Kazimî bang li hêzên ewlehî û dozgeriyê kir ku ji bilî kesên destê wan di rijandina xwînê de hene, hemû xwepêşandêrên girtî berdin.

Her wiha Mustefa El-Kazimî ferîq Ebdulwehab El-Saidî vegerand kar û wekî serokê Karûbarên Têkoşîna Li Dijî Terorê erkdar kir.


Mijarên Din