El-Kendar: Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberên Idlibê pêşwaz dikin

Serokê Meclisa Rûspiyên Êlan a Hesekê El-Kendar got “Tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de penaberan ji tevahiya herêmên Sûriyê pêşwaz kirin. Em banga fermandarê giştî yê QSD`ê ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê silav dikin. Kengî be jî em ê tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Li herêma Idlibê şerê dijwar di navbera hêzên rejîmê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de didome. Ji ber wê pêleke koçberiyê ya mezin ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve çêbû. Bi taybet piştî ku fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku ew koçberên Idlibê li herêmên Rêveberiya Xweser pêşwaz dikin.

Serokê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Abdullah El-Kendar got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan mudaxeleya aloziyê kir û sînorên xwe li pêşiya terorîstan vekir. Bi çek û cabilxane desteka wan kir û çeteyan di bargehên leşkerî de perwerde kir. Çûn û hatina wan ji axa Sûriyê re hêsan kir. Da ku beşên din ji axa Sûriyê dagir bike. Ew çeteyên terorîst li gelek herêmên Sûriyê belav bûn, kevir û mirov wêran kirin. Tevî ku şêniyên ewle ji warên wan dan koçberkirin.”

El-Kendar diyar kir ku  Erdogan sûd ji berdewamkirina aloziya Sûriyê girt û got: “Berovajî ku Erdogan îdia dike welatê wî ji budceya xwe li ser penaberan xerc dike. Hêstirên tîmsahan ji bo gelê Sûriyê dibarîne. Em baş bi vê derewê dizanin. "

Piştî pirbûna hejmara çeteyan li bakurê gundewarên Idlibê li nêzî sînorên Tirkiyê rejîma Sûriyê xwest vê herêmê vegerîne bin kontrola xwe.

El-Kendar destnîşan kir ku naveroka lihevkirinên Soçî 1, 2, 3 û lihevkirina Rûsya, Tirkiyê, Îranê ew e ku çete ji “herêmên bêçek” derkevin û ew herêm ji sivîlan û koçberên herêmên din re ewle bin û wiha pê de çû: "Kesek nikare çeteyan ji wê herêmê derxînin. Ji ber gelek dewletên derve piştgiriya wê dikin di serî de Tirkiyê. Ji ber mudexeleyên derve di karûbarên Sûriyê de gelê Sûriyê azaran dikişine. Ya tekane ku ji vê aloziyê zirar dîtiye sivîl, zarok û jin in. Ew in ku ji malên xwe ji gundewarê Şam û Himsê koçber bûne û çûne Herêmên bêçek li Idlibê ji ber ku ewle ne."

El-Kendar gotinên xwe wiha domand: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên ku ji Idlibê direvin pêşwazî dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me rolek erênî lîst bi taybet piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî. Ebdî diyar kir ku deriyên herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê ji bo koçberên Idlibê vekirî ne.”

El-Kendar wiha berdewam kir: "Pêlên mezin ên koçberiyê ber bi herêmên me ve ji Idlibê destpê kirin. Eger kamp têra wan nekirin, malên me ji wan re vekirine. Pirsgirêkên me bi sivîlan re tune ye. Pirsgirêka me bi çeteyên ku Erdogan desteka wan dike. Yên ku şêniyên Efrînê, Serêkanyê û Girê Spî koçber kirine û kuştine. Çendîn dem derbas bibe em ê herêmên xwe yên dagirkirî ji wan çeteyan rizgar bikin."

Serokê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Abdullah El-Kendar di dawiyê de spasiya hemû kesên ku deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan vekirine, kir û got: "Ez spasnameyekê ji şêniyên me re yên ku koçberên Idlibê pêşwaz kirine, dişînim. Em wan teşwîq dikin ku alîkariyên bêtir ji wan re pêşkêş bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din