El-Keraf: Divê cîhana navnetewî daxwazên gelê herêmê bicih bîne

Hevserokê Meclisa Edaletê yê Rêveberiya Xweser banga li civaka navnetewî kir ku daxwaza şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya der barê avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina DAIŞ`ê bi cih bîne û got: “Ev daxwazekî rewa ye.”

Hevserokê Meclisa Edaletê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf diyar kir ku daxwaza şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî avakirina dadgeheke navnetewî li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ji bo darzandina çeteyên DAIŞ‘ê, rewa ye. El- Keraf got: “Şêniyên herêmê gelek êş û azar ji destê terora DAIŞ‘ê dîtine.”

Hevserokê Meclisa Edaletê wiha got: "Şêniyên herêmê ji bo tinekirina çeteyan li herêmên xwe zêdetirî 11 hezar şehîd dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn. Li şûna cîhanê şerê terorê kirin û ew têk birin. Avakirina dadgeheke navnetewî mafê rewa ye û di qanûnên navdewletî de ev yek heye. Li gorî qanûnên navdewletî dibe sûcdar li cihê ku sûc kirine werin dadgehkirin. Çeteyên DAIŞ`ê sûc kirine û planên wê kirine, ew li herêmên me hatin girtin."

Îmad El-Keraf diyar kir ku darizandina DAIŞ`ê daxwaza gel e, rêveberî û MSD ji civaka navnetewî dixwaze.

El- Keraf daxuyakirin ku sedema daxwaza darizandina çeteyan di dadgehek navnetewî de ew e ku girtiyên DAIŞ`î, ji gelek nasnameyan in û  ji zêdetirî 50 dewletan in.

Derbarê hewldanên dîplomasî yên ji aliyê Rêveberiya Xweser û MSD`ê ve tên kirin, El-Keraf destnîşan kir ku bersivên şandeyên ewrupî ku serdana herêmê kirin ji daxwazên şêniyan re erênî bûn, dîsa jî sozên dewletan li ser vê mijarê li benda xistina piratîkê ye.

Îsa Îmad El-Keraf destnîşan kir ku di vê mijarê de nermin û zehmetiyên zagonî û siyasî ber çavan re derbas dikin. El- Keraf got: “Me pêşinyara avakirina dadgeheke herêmî kir û da xuyakirin ku bi kadroyên xwe ew dikarin wê ava bikin.”

El-Keraf di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dadgeha herêmî pêwîstiya wê bi alîkariya lojistîkî heye û divê itîraf bi wê bê kirin. Ji ber hemû zagonên meclisa edaletê ya di Rêveberiya Xweser de li gorî zagonên navnetewî nin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din