El-Keramê cenazeyê Şehîd Mihemed El-Berkes hembêz kir

Bi sedan şêniyên herêma El-Keramê ya girêdayî Reqayê cenazeyê şehîd Mihemed El-Berkes endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê El-Cedîdat oxir kirin.

Îro bi sedan şêniyên bajarokê El-Keramê tevî endamên saziyên leşkerî û sivîl, cenazeyê Şehîd Mihemed El-Berkes endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kirin. Şehîd Mihemed El-Berkes dema li ser erka xwe şehîd bûye.

Şênî li qada Selamê li bakurê bajarokê El-Keramê kom bûn û cenazeyê şehîd wergirtin. Piştre bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cedîdat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir. Piştî wê axaftin bi navên Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed El-Seyalî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a El-Keramê Ismaîl El-Hiwêce û Meclisa Sivîl a Reqayê Munîr El-Xelef hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest, rola Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo parastina ewlehiya herêmê silav kir û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeya şehadeta şehîd ji hêla Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û piştre radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd cenazeyê şehîd li goristanê di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din