Elî Kerîmî: Serweriya Iraqê nemaye

Elî Kerîmî diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk li karûbarê kurdan ji bo Iraqê pir ne giringe û got: “Siyaseta PDK bû sedem ku dewleta Tirk herêmê dagir bike.”

Nivîskar û siyasetmenderê Kurd Elî Kerîmî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ji êrişan re, bêdengiya Iraq û hikûmeta Başûr, ji ANHA’yê re axivî.

Kerîmî destnîşan kir ku eger destekî navxweyî bi dewleta Tirk re nebûya tu car dewleta Tirk bi tena serê xwe nedikarî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û got: “Ev tişta ku niha Tirkiye dike û dikeve Kurdistanê, ne ji ber PKK’ê ye. Ma PKK li Qibris, li Lîbyayê û li welatên din jî heye ku dewleta Tirk destdirêjiya wan dike. Dest dirêjî hemû herêmên Kurdistanê dikin. Ew hewl didin xewna Osmanî pêk bînin ku wilayeta Mûsilê bigirin. Ji ber Mûsil nêzî wan e. Li wîlayetên Mûsil, Hewlêr, Silêmanî û Zaxo jî hikumeteke wisa nîn e ku serweriya hikumetê tê de mabe. Serweriya Iraqê tê de nemaye. Ji bo Iraqê pir ne giringe ku dewleta Tirk destwerdana li karûbarê kurdan dike. Hetta dibe ku Iraq jî bi lawazbûna Kurdan dilxweş be. PDK jî ketiye pêşiya leşkerên Tirk û ew cihên stratejîk pê dide dagirkirin.”

Kerîmî destnîşan kir ku çeteyên PDK hevkariya dewleta Tirk dike, û wiha dewam kir: “Li herêmên ku lê bi cih bûne, hejmareke pir mezin sîxurê xwe bi cihkirine.”

‘HATINE ŞERÊ GEL Û ZAROKAN BIKIN’

Elî Kerîmî ji bo hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ev nirxand kir : “Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi kiryarên xwe zerarê dide gel. Mînak Kunemasiyê sivîl hatin qetilkirin tû helwest nîşan nedan. Diyare ji bo wan pir giring nîne ku xelkê sivîl hatine qetilkirin. Birîndarî ku kuştina hemwelatiya, talaniya malê wan diyare ji bo hûkumeta herêmê pir ne giringe. Herkes berjewendiyê xwe yên şexsî û malbatî di fikirin. Başe hûkumeteke wusa wê çawa bêje ez hûkumeta gelim. Mixabin çeteyên dewleta Tirk milkê gel dişewitîne, hikumeta Başûr bê deng e û hikumeta Iraqê jî guh nadê. Ew ne ji ber PKK’ê hatine. Şerê PKK’ê bi vî awayî nayê kirin. Ew hatine şerê gel û zarokan dikin.”

‘HÊZA LI ZAXOYÊ BI CIH BÛYE, NE ŞERKER E’

Hêzek a Lîwaya 1’emîn a pasevanên sînor ên girêdayî hikumeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxoyê ve bi cih bûbûn. Kerîmî tekildarî bicihibûna vê hêzê anî ziman ku ew hêza ku li Zaxoyê bi cih bûye û ala Iraqê hildaye, ne hêzeke şerker e û ew hêza parêzvanên sînor in. Kerîmî got: “Ji par ve ev îtifaq li gel herêma Kurdistanê hatine kirin ku hikumeta navendî ya Bexdayê sînor biparêze. Ew jî lihevkirinek li ser kaxez e. Hinek hêzên hikumeta Iraqê ku bi nav ji bo parastina sînor hatine li ser xetên Silêmanî, Zaxo û Pêncewînê û hwd.”

‘GER JI PDK’Ê WERE DÊ BAŞÛR TESLÎMÎ TIRKAN BIKE’

Elî Kerîmî diyar kir ku ger PKK, siyasetmedar, gelê berxwedêr li Başûrê Kurdistanê nebûna wê PDK’e hemû herêm teslîmî dewleta Tirk bikira û got: “Hêza PKK’ê li dijî dagirkeriyê şer dike û li ber xwe dide. Ji PDK’ê were dê hemû Başûrê Kurdistanê bihêle ku dewleta Tirk dagir bike. Lê nivîskar, rewşenbîr û ya herî girîng gelê herêmê vê qebûl nake ku dijberî dagirkeriyê helwest deynin. Gelê herêmê divê sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmê qebûl neke. 30 sal e ku ji dîktatoriya Seddam xilas bûne, divê nehêlin dîktatorek din derbikeve û çeteyên dewleta tirk jî  bîne Tirk bînin ser me.”

ANHA


Mijarên Din