Elî: Li hemberî xeteriyan yekitiya kurdî pêwîstiyek e

Husên Elî got, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin ta însyatîfa KNK‘ê ya avakirina yekitiya kurdî biserkeve û got: "Li hemberî xeteriyên Tirkiyê yekitiya kurdî pêwîstiyek e. Aliyên ku însyatîfê red dikin xizmeta gelê kurd nakin."

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava ji destpêka îsal ve bi armanca avakirina yekitiya partiyên kurdî bê navber dixebite. Kongreyê bi gelek partî û rêxistinên kurdî re hevdîtin kir,  di encamên hevdîtinê de însyatîfa KNK hate avakirin. Her wiha komîteyek ku bi partiyan re bikeve nava têkiliyan hate avakirin.

Piştî gelek civîn hatin lidarxistin, 28 blok, rêxistin û partî tev li însiyastîvê bûn. Her wiha jî biryara lidarxistian konferansa yekitiya refa kurdî hate standin. Lê belê mîna her carê hin partî ji konferansê xwe didin alî.

Girêdayî mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Husên Elî destnîşan kir hin kesayet û aliyên siyasî yên kurdî yên Rojava vê însiyatîfê red dikin. Elî ev redkirin wekî delîlê girêdana wan bi ajindeyên derve bi dewleta dagirker a Tirk ya ku her tim dagirkirina herêmên hede hedef, bi nav kir.

Elî bal kişand ku di dema civînên KNK’ê de, aliyên siyasî tekezî li ser girîngiya yekitiy refa Kurdî ya ji bo xêzkirina siyasî û stratejîk a kurdî ku destkeftiyên gel biparêze, kirin, her wiha diyar kirin ku dê ev yekitî ji xeterî û aşîreyan re bibe bersiv.

Elî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bi rastî, têkilî bi tevahî partiyaran  re pêk hat û lêkolîn bi zêdetirî 28 partiyan re çêbû. Lê mixabin heta niha partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd û Partiya Demokratîk a Pêşverû tu bersiv nedan vê komîteyê. Ji lew re divê helwestên xwe aşkere bikin."

Partiyên Encumena Nîştimanî pir caran, bi hincetên ku buroyên wan hatin girtin, tev li vê însiyastîvê nabin. Lê belê komîteyê ji bo serkeftina vê însiyastîfê, serdana wan kir û hişt ku buroyên xwe vekin.

Elî wiha anî ziman: "Encumena Nîştimanî bi sedema ku pişta xwe nadin xwe, bersiv neda komîteya însiyastîfê. Ew perspektîvên xwe ji derve werdigirin. Ji ber ku beşek ji koalîsyona ser bi dewleta dagirker a Tirk ve ye."

Elî destnîşan kir ku Tirkiyê, dewleteke dagirker e, çawa Efrîn dagir kir, niha jî hewl dide herêmên dîtir jî dagir bike û wiha da zanîn: "Li beramberî vê yekê jî, yekkirina helwesta kurdî tê xwestin. Her wiha jî lidarxistian konferansê pêwîstiyek e, ji pêşîlêgirtina xeteriyên ku kurd tê re derbas dibin, e."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Husên Elî di dawiyên axaftina xwe de got: "Em Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê ji bo serxistina însyatîfa yekitiya kurdî em ê bi hemû hêza xwe bixebitin, em ê fişarê li hêzên ku însyatîfê asteng dikin, bikin. Em dibêjin ku her kesên ku vê însyatîfê asteng dike xizmeta doza kurd û gelê kurd nakin. Lê belê xizmeta berjewendiyên dijminatiya gelê kurd dikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din