El-Mihbaş: Di pêşerojê de dê gelek gav bên avêtin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mihbaş got: “Serdana me ya ji navenda NY`ê Cinêve û bi wan re îmzekirina hevpeymanan gavek baş e. Dê di pêşerojê de gelek gav bên avêtin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mihbaş yek ji endamên di şandeya serdana  Cinêvê kirin, de bû. Şande li Cinêvê bi berpirsên NY`ê re civîn lidar xistin. Mihbaş qala serdanê kir û got: “Şande bi germahî hat pêşwazîkirin. Nûnerên NY`ê spasiya xwe ji hêzên me yê leşkerî ku herêm ji terora cîhanê rizgar kirin re anîn ziman. Serdan gaveke baş bû, dê gelek gavên di pêşerojê de bên avêtin.”

Rêveberiya Xweser û QSD`ê di 29`ê Hezîranê de peyman bi NY`ê re îmze kir. Ev îmze ji bo leşkerkirina zarokan qedexe bikin û wan di aloziyên leşkerî de bi kar neyînin hatin avêtin.

Peyman ji aliyê Nûnera taybet û wekîla sekretera giştî ya NY`î Virginia Gamba û fermendarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî piştî danûstandinên demdirêj girêdayî awayên parastina zarokan û alîkariya wan de, hate mohrkirin.

El-Mihbaş wiha got: "Ne ji serkeftina projeya me ya demokratîk û çalakiyên aktîf ên hêzên me yên leşkerî di têkbirina terorê de ba, me nedikarî bigihêjin navenda NY`ê û peymanê îmze bikin."

El- Mihbaş diyar kir ku îmzekirina vê peymanê dê bibe pêvajoyeke nû ya ber bi peymanên din ve û wiha pê de çû: “Li gorî peymanê dê hevkarî di çarçoveya parastina zarokan de bi neteweyên yekbûyî re hebe. Her wiha dê her du alî pêkanîna vê peymanê bişopînin û li ser tecawizan agahdar bikin da ku ti binpêkirinên li ser zarokan çênebin.”

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew bigiştî piştgiriya plansaziyê dikin û ew ê gelek gavan derbarê "Alîkariya zarokên li dibistanan, avakirina navendên amadekirina zarokan, avakirina projeyên biçûk û qedexekirina bikaranîna zarokan." biavêjin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din