El-Mismarî: 103 çeteyên ji Sûriyê hatin kuştin

Berdevkê Fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand, 103 çeteyên Sûriyê li eniyên Terablusê hatin kuştin.

El-Mismarî di daxuyaniyek nivîskî de got: " Fayiz El-Serac li şûna hakimê Tirkiyê yê Terablusê berpirsyariya xwe ji êrişa binketî ya li dijî balafirgaha Uqbe Bin Nafi ya li herêma Watba ragihand, ku navê Bagera Aştiyê lê kiriye mîna êrişa Tirkiyê ya bi navê Şaxê zeytûnê li bakurê Sûriyê. Fayiz El-Serec demek berê ji ber mercên mirovî yên li dijî vîrûsa Koronayê banga rawestandina şer kir. Ev sozên wan derew in û raya giştî dixapînin."

El-Mismarî wiha domand: "Em vê delîl datînin pêşiya şandeya NY`yê, ku hikumeta El-Serac a ne rewa sozên ku li gorî peymanên navneteweyî, qanûna navneteweyî ya mirovî û qanûna navneteweyî ya mafên mirovan dane, binpê dike.  Em vê delîlê destpêkê ditînin pêşiya gelê Lîbya û piştre civaka navneteweyî. Em teqez dikin ku em ê gel, hêz û bargehên xwe yên leşkerî  ji binpêkirinên milîsên El-Serac, çeteyên terorîst ên biyanî û tirkan biparêzin."

Di daxuyaniyê de El-Mismarî encama  şerên di 72 saetên dawîn de yên li eniyên Terablusê eşkere kir û got hejmara kuşiyên çeteyan bûye 103 çete.

(şx)

 


Mijarên Din

Qanî serdana Iraqê kir