El-Mismarî: Destê Tirkiyê di şandina çekan ji terorîstên biyanî yên Trablusê re heye

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî roja Şemî got: "Destê Tirkiyê di şerê Terablusê de heye, Tirkiyê çek û cabilxane di rêya Maltayê re ji terorstîan re şand."

Di kongreyek çapameniyê de roja Şemî El-Mismarî  got, Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi komêm terorîstan ên ku desteka xwe yekser ji Tirkiyê digirin re şer dike.

El-Mismarî diyar kir ku keştiyên tijî cebilxane û terorîst ji Tirkiyê bi riya deryayê di Maltayê re derbas dibe û digihêje Misrata. El-Mismarî wiha domand: "Endamên El-Nusra yên ku li Sûriyê şer kirine bi riya balafiran ber bi Lîbyayê têne veguhestin."

Rayedarek lîbî destnîşan kir ku hejmara çeteyên biyanî yên li Lîbyayê şer dikin zêde dibin û got: "Em texmîn dikin ku di rojên pêşiya me de gelek çalakiyên xwekuj û teqîn pêk werin. Lê hêzên me yên niştîmanî dikarin li pêşî bigirin."

El-Mismarî wêneyên hejmarek ji pîlotên biyanî yên ku tev li operasyonên li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbyayê dibin û malên sivîlan dikin hedef pêşanda.

Her wiha El-Mismarî pêşketinên operasyona leşkerî yên taybet bi navêTofan El-Keramê ragihand û diyar kir ku "Asta derbeyên hawayî bilind bûne û gihaştine 8 derbeyan li dijî bargeha El-Rehba ya li Tacora, odeya çalakiyan a li ser riya El-Sahlî ya ku rojhilatê Lîbyayê bi Terablusê ve girê dide.

(şx)


Mijarên Din