El-Mismarî: Em hewl didin ku dewleta Tirk sûdê ji dahatûya petrolê wernegire

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî da zanîn ku komîteyeke çavdêriyê ji bo dahatûya petrolê hatiye avakirin û diyar kir ku armanca avakirina komîteyê ew  e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji dahatûya petrola Lîbyayê sûdê wernegirin.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku wan bi hevkariya nûnerê herêma rojava Ehmed Miîtîq û nûnerên ji hemû herêman komîteyeke çavdêriyê ji bo dahatûya ava kir.

Di demekê de ku aliyê Lîbyayê ji bo dawîkirina aloziyê li çareseriyeke siyasî digere, El-Mismarî destnîşan kir ku armanca Artêşa Niştîmanî ew e ku dewleta Tirk û çete sûdê ji dahatûya petrola Lîbyayê wernegirin.

Fermandarê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter duh ragihandibû ku derxistina petrolê ji hemû zeviyên dê dîsa destpê bike.

(oh)

 


Mijarên Din