El-Mismarî: Em ji bo derxistina hêzên Tirkiyê û çeteyên wê ji Lîbyayê bi israr in

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got ew ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê bi israr in û piştrast kir ku nêzî hezar pispor û serbazên dewleta Tirk gihîştine Lîbyayê.

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî îro civîneke çapemeniyê li paytexta Misirê Qahîreyê li dar xist, tê de li ser pêşdeçûnên dawîn ên leşkerî li welêt, destwerdana dewleta Tirk û şandina çeteyên ji DAIŞ, Cebhet El-Nusra û El-Qaîde ji Lîbyayê re axivî.

El-Mismarî di destpêka civînê de wiha got: "Nexweşiya mêtingehkirina gelan ji nexweşiya Koronayê xeternaktir e, me biryar da ku terorê ji Lîbyayê têk bibin. Me bendeke nû li sepandiyên xwe zêde kir ku tevahî hêzên dewleta Tirk, çeteyên sûrî û biyanî derxin."

Têkildarî mijarê El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û dê her tiştî girêdayî Tirkiyê wêran bike, her wiha hêzên Tirkiyê stasyonên radar û moşekan li nêzî Mesrata û Miêtîqayê ava kirin.

El-Mismarî piştrast kir ku tevahî petrol û gaza Lîbyayê niha di bin serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ne û bi rêya nexşeyê hêrêmên belavbûna artêşê eşkere kir.

Di berdewama axaftinê de Ehmed El-Mismarî got kesê êrişên terorî li Lîbyayê pêk tîne tirkî ye û bi Ebî El-Firqan tê nasîn, her wiha wêneyên xwe li rex serokkomarê Tirkiyê, serok istîxbaratê û wezîrê parastinê belav kirine.

Li aliyekî din Ehmed El-Mismarî bal kişand ser ku hejmara çeteyên sûrî ku Erdogan şandine gihîşt 7 hezar û 500’î tevî hezar serbaz û ferdên tirkî.

Berdevk anî ziman ku fermandarê tevahî komên çeteyan milyonek dolar ji hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê wergirt û piştrast kir ku çarenûsa terorên li Lîbyayê yan kuştin an jî xistina girtîgehê ye.

El-Mismarî got Erdogan heftane ji 300 heta 400 çeteyî dişîne rojavayê Lîbyayê, her wiha nêzî 2 hezar terorên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî şandin.

Ehmed El-Mismarî li dawiyê destnîşan kir ku nêzî 190 çete ji Lîbyayê revîn Ewropayê, li aliyekî din jî piştrast kir ku di nava cil û bergên çeteyên Tirkiyê hebên hişbirê ya çêkirinên sûrî li rex sembolên DAIŞ’ê yên li ser cilên wan, hatin dîtin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din