El-Mismarî: Erdogan hewl dide xwe bigihîne kevana petrolê

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tawanbar kir ku hewl dide li Libyayê xwe bigihîne kevana petrolê.

El-Mismarî duh ji Spûtnîkê re wiha got: "Erdogan dixwaze destkeftiyên li Terablusê bi dest xistin, ji bo gihandina kevana petrolê îstîsmar bike, ji lew re bi her awayî agirbestê red dike."

El-Mismarî destnîşan kir ku fermana pêşdeçûna ber bi Sirteyê ve, ji aliyê Tirkiyê ve hate dayîn, ne ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve, her wiha hedefa Tirkiyê xwegihandina herêma zevî, bîr û peravên petrolê ye, ew jî Kendava Sedra ye. Her wiha herma Kendava Sedra 40 km rojavayê bajarê Cidad e.

El-Mismarî daxuyand ku erkana giştî ya artêşê komek ji rêveberên çalakiyên taybet ji bo parastina herêma Kendava Sedra û xetên petrolê yên bi dirêjahiya 800 km li çolistanê, şand. Ev zeviyên petrolê fireh in û pêdiviya dabînkirina wê bi hêzeke leşkerî ya mezin heye.

Her wiha El-Mismarî got artêşa Lîbyayê ji gelê wê û qebîleyên wê pêk tê.

(fr)


Mijarên Din