El-Mismarî ji ANHA`yê re axivî: Erdogan xelîfeyê çalak ê terorîstan e

Ehmed El-Mismarî got "Erdogan xelîfeyê çalak ê terorîstan e û hejmareke mezin ji Tirk û çeteyên sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.”

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî li gel ANHA’yê der barê civîna çapemeniyê ya li paytexta Misirê Qahîreyê de ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ku ji 2014’an de bi nepenî pêk dihat, lê niha eşkere bûye, axivî û her wiha piştrast kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan “xelîfeyê çalak ê terorîstan” e.

El-Mismarî da zanîn ku artêşa Lîbyayê hejmareke mezin ji Tirk û çeteyên sûrî yên girêdayî Erdogan ên li Lîbyayê kuştin, di serî de jî Ebû El-Ebas El-Dîmeşqî ye.

Ehmed El-Mismarî piştrast kir ku Lîbya şerê terorê ji ber cîhanê ve dike û nahêle Tirk di çi rewşê de dibe bila bibe, berjewendiyên xwe berfireh bikin. Her wiha El-Mismarî bal kişand ser ku tu metirsî li ser dewletên derdorê der barê berbelavbûna terorîstan bi rêya Lîbyayê tune ne, ji ber ku dê artêşa Lîbyayê li hember disekine û dê tevahî terorîstan ku li hember çarenûsa wan disekin, an bikujin an jî bixin girtîgehê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din