El-Mismarî qedexeya firîna balafiran li ser Terablusê ragihand

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê  general Ehmed El-Mismarî qedexeya firîna balafiran li sere asîmanê Terablusê bi temamî aktîv kiriye bi taybet li ser balafirgeha Maîtîqa ragihand.

Berdevkê Artêşa Niştmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ferzkirina qedexeya firîna balafiran li ser tevahiya Terablusê ragihand, bi taybet balafirgeha Maîtîqa.

El-Mismarî got: "Em aktîvkirina qedexeya firîna balafiran li ser tevahiya Terablusê radighînin. Bi taybet li ser balafirgeha Maîtîqa. Her balafirek leşkerî yan jî sivîl ji balafirgehê radibe yan jî dadikeve wê rastî bersîvê were."

El-Mismarî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku balafirgeha Maîtîqa bûye nuqteya birêketina hêzên Tirkiyê da ku komên artêşa niştîmanî bike hedef.

El-Mismarî ragihand ku wan derbasbûna hejmarek çeteyên DAIŞ`ê ji başûr re şopandin û texmîn kir ku Tirkiyê wan anî bin.

Artêşa niştîmanî ragihand ku balafirek tirkî ku hewl dida ji balafirgeha Maîtîqa êrişî hêzên artêşê bike ruxandiye.

(şx)


Mijarên Din