El-Mismarî: Sûcên dewleta Tirk ji bilî fişarên navneteweyî yên mezin ranawestin

Gengeral Ehmed El-Mismarî got, sûcên dewleta Tirk ên li Lîbyayê heta roja îro tevî peymana leşkerî ya 5+5 a li Cinêvê ranewestîne. El-Mismarî da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk ji bilî fişarên mezin ên navneteweyî ranawestin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî got lihevkirina komîteya leşkerî ya 5+5 ya Cinêvê piştî gelek ger û diyalogan pêk hat. El-Mismarî destnîşan kir ku Qahîra diyalogên li bajarê Xerdeqe pêşwaz kir û piştre Cinêvê gelek diyalog pêşwaz kirin. Di encama van diyalogan de peymana baş çêbû ku mafên welatî di ewlehî û aramiyê de diparêze, parastina heybeta dewleta Lîbyayê dike û divê tevahî çekdarên biyanî jê jî dewleta Tirk ji Lîbyayê derkevin.

El-Mismarî li gel ANHA’yê wiha axivî: "Heke di peymanan de rihê nîştimanî û qebûlkirinê hebe, em jî fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê ne tiştê li ser xwe pêk bînin. Her wiha danûstandina baş bi peymanê re zemîn û hawîrdoreke guncaw a çareserkirina tevahî aloziyên siyasî û aborî ava dike."

Berdevkê artêşê lîwa Ehmed El-Mismarî diyar kir ku garantiya serketina peymanê ne ji taybetmendiyên me ye, lê belê ev yek ji taybetmendiyên NY’yê ye. Bi taybet jî NY’yê tedbîr pêk anîn.

El-Mismarî piştrast kir ku dewleta Tirk heta roja îro sûcên xwe di hundirê Lîbyayê de ranewestandine. Her wiha piştî derketina peymana Cinêvê bi 24 saetan, wêneyên leşkerên Tirk hatine belavkirin ku milîsên li Terablusê bi taybet li baregeha parastina hewayî ya li herêma Kacora, perwerde dikin. Ji wê zêdetir jî perwerde û alavên leşkerî yên Tirkiyê hatine belavkirin. Ev yek jî binpêkirineke mezin e.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî di dawiyê de got axaftina taloqkirina Erdogan a peymana Cinêvê belavkirina rihê dijber a serketina peymanê ye. El-Mismarî da zanîn ku dewleta Tirk ji bilî fişarên mezin ên navneteweyî binpêkirinên xwe ranawestîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din