​​​​​​​El-Mismarî: Tirkiyê hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike.

El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Mijara karûbarên leşkerî di bin bendeke tam sirî de ye. Divê em nekevin nav."

Her wiha anî ziman: "Ya girîng ew e ku hêzên me erka xwe ya şerê li dijî terorê û bidawîkirina sûcan berdewam dikin."

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê destnîşan kir ku arşîvek mezin a sûcên milîsan ên li djiî mirovahiyê li gel artêşê heye û ev tişt eşkere kir: "Milîsan sivîl û leşker, jin, zilam û heta zarok qetil kirin."

El-Mismarî bal kişand ku "Tirkiyê ji krîza siyasî ya li Lîbyayê sûdê digire ya rêxistina Îxwan sedam wê ne û hewl dide vê rêxistinê li ser xaka Lîbyayê bi cih bike."

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike, her wiha çete û çekdarên DAIŞ'ê dişîne Lîbyayê.

 


Mijarên Din