​​​​​​​El-Neyîmî: Eger CPT erka xwe pêk bîne, dê tecrîd bi dawî bibe

Parêzer Mihemed Emîn El-Nayîmî got: “Eger komîteya CPT erka xwe pêk bîne, dê tecrîd bidawî bibe û Rêber Ocalan dê serbest were berdan.”

Komîteya CPT a girêdayî Meclisa Ewropî di rapora xwe ya dawîn de diyar kir ku binpêkirinên li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Îmraliyê de tênekirin, nayê qebûlkirin.

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neyîmî di derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û berpirsyariya CPT yê de axivî.

El- Neyîmî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Erkê CPT yê şopandina rewşa girtiyan e. Bi taybet jî şopandina sûcên li dijî kesên mîna Rêber Ocalan tên kirin, e. Dewleta Tirk şêwazeke nema û zext li Rêber Abdullah Ocalan nekir. Ji xwarin, razan, xwendin û heta hevdîtina bi malbat û parêzeran re."

Her wiha El-Nayîmî destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû pîvanên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan binpê dike û wiha domand: "Di hevpeymana mafên mirovan de nêzî 130 bend hene. Dewleta Tirk  bi rêya tecrîd û sûcên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, benden peymanan binpê dike.  Çima Rêber Ocalan girtî ye? Ji ber parastina nirxên mirovahiyê dike. Ji erka CPT`ê ye ku rewşa wî bişopîne, rojane raporan binivîsîne û radestî komîteyên zagonî û dadgehên naventewî, cîhanî û dadgeha cîneytên navnetewî li Hague û serokê Meclisa Ewlehiyê ya navnetewî, bike."

El-Neyîmî tekez kir ku eger komîteya CPT erka xwe pêk bîne, dê tecrîd bidawî bibe û Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan. El- Neyîmî wiha domand: “Girtina Rêber Ocalan ne rewa ye. Ji ber ew parastina mafên gel dike. Li gorî zagonên navnetewî parastina gel mafekî rewa ye. Dewleta Tirk dewleta ku herî zêde dijberiya Kurdan dike. Eger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku hemû pilanên li dijî gelê Kurd hatine kirin bi destê Tirkiyê pêk hatine. Ji bilî ku di serdema Osmaniyan di komara heyî de çi qewimî ye ku ji aliyê Mustefa Kemal Ataturk hate avakirin û mfên gelê Kurd di lihevkirina Lozanê de, înkar kir."

Di dawiyê de El-Neyîmî got: “Dewleta Tirk pilanên dijminatiyê li dijî gelê Kurd didomîne.  Efrîn dagir kir, sûcên herî qirêj li dijî gelê wê pêk anî, yên bi navê belgekirina sûcên li dijî gelan bang li xwe dikin, kanîn.?”

(bx)

ANHA


Mijarên Din