El-Nusra bi desteka Tirkiyê "şerê dawîn" li dijî rejîmê ragihand

Di encama topbarana Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê li ser bejahiya Heleb û Idlibê de, 15 kesan ku piraniya wan sivîl in, hatin kuştin. Cebhet El-Nusra jî bi destekdayîna Tirkiyê "şerê dawîn" li dijî rejîmê ragihand.

Piştî ku desteka dewleta Tirk a dagirker gihîşt çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) da ku gelek eniyan di rojekê de vekin, çeteyan "şerê dawîn" ragihand. Piştî ku El-Nusra ev yek ragihand li herêmên cuda yên bejahiya Hema, Idlib û Helelê şer derket.

Çavkaniyekî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku balafirên Rûsya û Sûriyê baregeh û tevgera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li bajarokên Xan Esel, Kefer Heleb, Kefer Tala û Foca 46`an ên bejahiya rojavayê Helebê kirin hedef. Di encama wê de 12 kes hatin kuştin, her wiha birîndar jî çêbûn. Li Xan Esel jî 3 çete hatin kuştin.

Çavkanî destnîşan kir ku li bejahiya bakur bi taybet bajarokê Hirîtan rastî bombebarana moşekan hat. Lê tu agahî der barê ziyanan de bi dest neketin.

Çavkaniyekî din tekez kir ku li Idlibê balafirên Rûsyayê bajarok û bejahiya başûrê Idlibê kirin hedef. Ji wan Kefer Nibul, Xan Şêxûn, Maret Naman, Hebît, Eermaniya, Maret Herme, Qesabiye, Kefer Sicne, Firkiya, Marata, Kefer Zîta, Kefer Eweyid, Xan Sibul û gundên Letmîn, Seyad, Enkawî, Hewaş, Zeyzûn û Xirbet Naqûs bombebaran kirin. Di encama wê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Îro ji ber bombebarana hewayî ya li ser bajarokê Bara 2 zarok û dê û bavê wan hatin kuştin.

Li gorî hinek malperên girêdayî çeteyan, çete li xwe mikur hatin ku di encama bombebarana li ser bejahiya Heleb, Hema û Idlibê de 24 çete hatin kuştin.

Washington û Fransayê operasyonên leşkerî yên li Idlibê şermezar kirin û hişyarî der barê bikaranîna çekên kîmyasal û hedefgirtina sivîlan de da.

(bx)

ANHA


Mijarên Din