El-Partî: Doza Kurd dozeke niştîmanî ye û dê bi pergaleke pirreng çareser bibe

Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanî – Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyê parçeyek ji Sûriyê ye û doza wî dozeke niştîmanî ye.

Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanî – Sûriyê (El-Partî)bi boneya salvegera partiyê ya 62`yan daxuyaniyek da û tekez kir ku tevî parçebûna heyî lê wan parastina rêya kurdayetiyê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Daxuyanî di salvegera 62`yan a rojbûna El-Partî Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê

Gelê Kurd ê mezin,

Hêzên şoreşger û demokratîk li welêt,

El-Partî Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê di 14`ê Hezîrana 1957`an de hate damezirandin.

Avakirina El-Partî li dijî siyasetên nîjadperest ku sîstemên li Sûriyê pêk dianî, hate damezrandin, ji serxwebûna sala 1946`an a herî girîng ku înkarkirina hebûn Kurdan wek pêkhateya sereke li Sûriyê û gelê ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, pêkanîna kiryarên nîjadperestî li ser destê wan sîstema, vê yekê jî hişt gelê Kurd bi insiyatîfa ji komeke ciwanên Kurd di nav de Osman Sebrî û Nûredîn Zaza û gelek kesên din xwe birêxistin bikin.

Ji ber wan bawer kir ku gel dikarin bi rêya rêxistinkirina siyasî ku têkoşîna gelan birêve bibe û xwe birêxistin dike, ragihandina El-Partî Demokratîk Kurdistanê ji keda wan tekoşeran bû, tevî ku hin komeleyên cûda hebû, mîna Komeleya Ciwanên Kurd û Komeleya  Xuyîbûn, dema ku rêxistin nav gel de belav bû û beşdarbûna di nav partiyê bûn, desteyên wê yên cûda li bajar û gundên Kurdan û li bajarên Sûriyê mîna Şam, Heleb û hwd hatin avakirin.

El-Partî bawer kir ku doza Kurd li Sûriyê 2 aliyên wê hene.

Yekemîn: Aliyê netewî; ji ber ev parçeyek ji Kurdistanê ye, ew parçeyek ji Kurdistanê ku 2 caran rastî parçekirinê hat.

Cara yekemîn li gorî Çevpeymana Çaldêranê sala 1514 mîladî, di navbera dewletên Osmanî û Safewî de, Kurdistana ku bi berfirehiya 509 hezar kîlometre çargoşe ye, di navebra împaratoriyên Osmanî û Safewî de bû du parçe.

Lê cara duyemîn li 4 parçeyan hate parçekirin, li gorî Hevpeymana Sykes-Picot sala 1916’an pêk hat, Kurdistan parçe kirin û xak û xêra wê li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê parçe kirin.

Duyemîn: Aliyê niştîmanî; gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê ku hejmara wan 4 milyon kes e û ji sedî 15 ji gelê Sûriyê ne, parçeyek ji Sûriyê ne û doza wê dozeke niştîmanî ye, li vî parçeyî eger sîstemeke demokratîk, piralî, federalî ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike, pêk neyê, dê Kurd mafên xwe bi dest nexin.

Lê tevî vekişandinên û derketinên ku di El-Partî de çêbûn, lê dikaribû parastina rêya kurdayetiyê di rêya Barzaniyê nemir de yê ku bi wefadarî û fedayî tê naskirin, bi saya kadro û gelê xwe bike.

(jo/kc)

 ANHA


Mijarên Din