El-Qeftan: Bi biratiya gelan em ê biser bikevin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parastina yekitiya xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirk dê biser bikevin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li stada mezin a taxa Xiwêran bi dirûşma "Bi biratiya gelan, çawa me teror têk bir em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin" li dar ket.

Di çalakiya ku bi hezaran kes tevlê bibûn  de Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û got "Dewleta Tirk di gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cidî ye, armanca van gefan têkbirina projeya netewa demokratîk e."

El-Qeftan anî ziman ku madem xwîna pêkhateyên herêmê di oxira rizgarkirina herêmê de tevlihev bûye, komployên dewleta Tirk wê têk biçin û got:  "Em şer naxwazin, em jiyaneke aştiyane dixwazin."

Îbrahîm El-Qeftan bal kişand li ser hewldanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê û destnîşan kir ku Tirkiyê hew didin bi rêbazan cûda fitneyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de çêbike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî gefan bisekinin û got: "Piştî serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk divê şîara me berxwedan, wefedarî û girêdana bi rêgezên me be."

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got: "Tevlî hemû komployan em ê bi biratiyan gelan biser bikevin."

ANHA


Mijarên Din