El-Qeftan: Bûyerên li Idlibê diqewimin encamên nakokiyên Rûsya, Tirkiyê û Îranê ne

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şerên li bakurê rojavayê Sûriyê rû didin bi nakokiyên di navbera welatên grantor de ji aliyekî ve û û di radeya yekemîn de lihevkirinên di rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve girêda.

Ji du hefteyan ve li gundewarên bakurê Hemayê, rojhilatê Lazîqiyeyê, rojavayê Helebê û parêzgeha Idlibê operasyonek leşkerî ji hêla Rejîma Sûriyê ve bi desteka hawayî ya Rûsyayî rû dide. Ev operasyon di encama bombebarana hawayî ya domdar de ji operasyonên leşkerî yên din a herî dijwar tê hesibandin.

Girêdayî geşedanên dawî li bakur rojavayê Sûriyê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku aloziya li wan herêman rû dide encamê lihevkirina di navbera hikumeta Sûriyê û hevkarê wê Rûsyayê de ye ku şerê li dijî terorê dikin hincet.

El-Qeftan got: "Bûyerên li Idlibê rû didin ne terora endaman e, lê belê terora dewletanên ku navê misogerker li xwe dikin e. Tiştekî navê wê dewletên misogerker di vir de tine ye lê belê dewletên ku hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin hene."

Di encama şerên ku li wan herêman rû dane de bi sedan malbatên çeteyan û sivîl ber bi Efrînê ve koçber bûn da ku plana guhertina demografiya Efrînê temam bibe.

El-Qeftan ev tişt diyar kir: "Rewşa Idlib di  asta navdewletî de aloz bûye beriya ku bibe aloziyek hundirîn. Ev rewş di encama nakokiyan de di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de tevî hikumeta Sûriyê rû daye. Ev rewş bandorê li ser erdê dike û qada navdewletî dike."

Tirkiyê ne cara yekem e dest ji çeteyên xwe berdide, li Heleb û Şamê jî li beramberî bazaran bi Rûsya û Îranê re dest ji çeteyên girêdayî xwe berda. Rûsya û Îran çavên xwe li ser dagirkirina Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 10 ji rûbara Sûriyê girtibûn.

El-Qeftan wiha berdewam kir: " Tirkiyê ji hindek hêzên li bakur û rojavayê Sûriyê misogerker bû û bi hikumeta Sûriyê û Rûsyayê re li hev kir da ku herêmek bêçek bi kurahiya 20 km di hundirê Sûriyê de li hev kir. Lê ew herêm jî ji bombebaranî nefilitî."

El-Qeftan wiha domand: "Çaranûsa şaneyên ku niha li Idlibê ne tunekirin e. Eger bi rewşa niştîmanî ya Sûriyê nefikirîn divê bi projeyek  demokratîk ne neteweyî bifikirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan bang li tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku xwedî li projeyek demokratîk a ku nasnameya niştîmanî û welatîbûn tê de bingeh e, derkeve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din