El-Qeftan: Dagirkirina Tirkiyê ya li herêmê bi erêkirina navdewletî hat

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku dagirkirina dewleta Tirk a li Sûriyê bi razîbûna navdewletî hat. El-Qeftan destnîşan kir ku rejîma Sûriyê ji berfirehbûna Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê berpirsyar e.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bi şêniyên gundewarê rojavayê Reqayê re civiya geşedanên dawî nirxandin. Civîn li Mezreya Reşîd a bakurê rojavayê Reqayê hate lidarxistin. Bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Îbrahîm El-Qeftan îşaret bi êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Hemû li ser êrişên dagirkirinê yên dagirkeriya Tirk li ser herêmê li hev kirin, heger bi awayekî eşkere be yanî veşartî be yan jî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van êrişan be. Ev yek îsbat dike ku komployeke navdewletî li ser gelê Sûriyê heye û Tirkiyê jî li alîgiran digere da ku berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bîne, ew jî çete ne ku mixabin di encamê de sûrî ne. "

Dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê 24‘ê Tebaxa 2016‘an bi rêya lihevkirineke Rûsî-Îranî di çarçoveya civînên Astanayê û bêdengiyeke Amerîkî û Ewropî de pêk hat.

El-Qeftan bal kişand ku ji ber ku rejîma Sûriyê bi zihniyeta xwe ya navendî û desthilatdarî ve girêdayî ye, timayên dewleta Tirk zêde dibin û her ku diçe herêmên din ji Sûriyê dagir dike. El-Qeftan teqez kir ku aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî li ser axa Sûriyê pêkan e.

 

El-Qeftan diyar kir ku dema artêşa Tirk a dagirker herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin rejîmê tu berxwedanî nîşan neda.

Têkildarî kongreya Qahîra ya ku dê di demek pêş de lidar keve El-Qeftan got: "Em hatin vexwendin. Piştî îtîrafkirina navneteweyî bi Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî DAIŞ`ê de em nûnertiya nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê dikin."

El-Qeftan wiha domand: "Dewletên ku li berjewendiyên xwe yên taybet digerin wê perspektîvên kongreya Qahîre mîna tevahiya kongreyên din diyar bikin. Mudexeleya Misrê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê wek bersîvek ji hebûna Tirkiyê li Lîbyayê hat."

El-Qeftan eşkere kir ku di rojên pêşîn de wê gelek serdan ji bo nêzîkkirina nêrînan di navbera partiyê û civakê de bi şêwazekê ku berjewendiya giştî pêk tîne çêbibin. El-Qeftan destnîşan kir ku berjewendiya giştî ji armancên girîng ên partiyê e.

ANHA


Mijarên Din