El-Qeftan: Dewleta Tirk ne dewleteke cîran e, dagirker e

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk bi domandina êrişên xwe yên li ser Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşan dide ku ew ne dewleteke cîran e, lê belê dewleteke dagirker e ku xaka Sûriyê dagir kiriye.

Di kongreya yekemîn a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Hesekê de, serokê partiyê têkildarî rola Tirkiyê li herêmê ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya şer, şîdet û dagirkirina herêmên cîranên xwe ve, xwe dike lîstikvaneke herêmî.

El-Qeftan diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk "sûcên rastîn" in, mînaka wê jî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Idlib û herêmên din e.

El-Qeftan wiha axivî: "Dewleta Tirk bi domandina êrişên xwe  yên li ser Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em nikarin wê wek dewleteke cîran bibîbin, ji bilî gelê wê yê Tirk, lê dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye û herêmê wêran dike."

ANHA


Mijarên Din