El-Qeftan: Em bi gumanin ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên ji bo danûstandinên çareseriya aloziya Sûriyê tên dûrxistin. Bi vî awayî ne gengaz e ku aloziya Sûriyê çareser bibe.”

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di hevdîtineke bi ajansa me re diyar kir ku guhertinek di xîtaba "Dewletên Garantor" yên di lûtkeya dawîn de çêbûye. El- Qeftan got: “Ev lûtke di paytexta Tirkiyê Enqereyê de roja Duşema borî bi tevlibûna serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li dar ket. Niha berê xwe dane xetek nû ew jî mijara komîteya destûrî li Cinevê ye. Ev tê wateya vegera xeta rastîn a biryara navneteweyî bi hejmara 2254 yanî vedigere hemêzkerê xwe yê bingehîn."

Ji aliyekî din ve siyasetên dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qadên navdewletî û danûstandinê ku ji bo vedîtina  çareseriya aloziya Sûriyê li dar dikevin berdewam in. Digel wê El-Qeftan gumanên xwe yên girêdayî serkeftina wan civînan ên ku nûnertiya sûriyan nakin rave kir.

Di berdewama hevdîtinê de El-Qeftan got: "Gelo aliyên Sûriyê wê bertekê nîşanî wan dewletan bikin? Ev dewlet bi xwe pirsgirêk in, ne ku çarseriya pirsgirêkê ne. Tirkiyê bi  kiryarên xwe yên li herêma Efrînê û xwedîderketina li hêzên terorîst re, bûye pirsgirêk."

El-Qeftan pêwîstiya tevlikirina sûriyan di çareseriya aloziyên ku welatê wan ji 2011`an ve tê re derbas dibe tekez kir.

El-Qeftan ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Eger şêniyên Sûriyê yên ku bi yekîtiya Sûriyê bawer in, beşdarî danûstandinan nebin, di vir de ez behsa şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim, çareserî ne pêkan e. Parêzgeha Idlibê  rastî şerên dijwar ên di navbera hêzên rejîma Sûriyê, hevalbendên wê û komên çeteyên ku Tirkiye desteka wan dike, ve tê.  Li gorî van şeran em hêvîdarin ku çareserî bê rijandina xwînê çareser bibe.”

El-Qeftan destnîşan kir ku Tirkiyê doza paneberên sûrî bi kar tîne û bi wê jî şantajê li Ewrupayê dike, da ku desteka ewropî di dosyayên ku dikevin xizmeta timayên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan yên dagirkerî de, bi dest bixe.

El-Qeftan bixêrhatina vegera penaberên sûrî kir û wiha got: “Ev jî bi yek şertî tê pejirandin. Divê ev xizmeta guhertina demokrafîk ku AKP  plan dike ku wek Împeratoriya Osmanî bike, neke.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din