El-Qeftan: Raperînên dewletên erebî pergal veneguherîn demokrasiyê

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: Serhildana gelan raperîna li dijî zulmê bû, Ji ber wê ev şoreş bê serûber bûn. Rast e ku pergal hilweşandin, lê gel ew pergal veguherandina pergalên demokratîk an ne? Di rastiyê de me nedît ku ev pêkhat. Lewma jî şoreşan ji nû ve destpê kirin.

Di destpêka serdema 21`an de li dijî pergalên zordest li gelek dewletên Erebî xwepêşendanên gelêrî destpê kirin. Ew serhildan bi navê Bihara Erebî hate navkirin. Ji Tunisê destpêkir piştre gihaşt Misir, Lîbya, Afrîqyayê û hindek dewletên erebî li rojavayê Asyayê mîna Yemen û Sûriyê.

Lê ew serhildan ango şoreş tu carî negihaştin armancên xwe û heta niha jî berdewam e. Hinek dewletên herêmî û derve ji bo berjewendiyên xwe tevlîhevî derxistin.

Di van demên dawîn de li hindek dewletên ku gelê bawer kir ku şoreşa wan gihaşt armancên xwe, dîsa xwepêşandan destpê kirin. Ji  ber ku rastiya kesên ku welêt birêve dibin ji gelê ve xuya bû.

Girêdayî geşedanên dawîn li hindek dewletên herêmî ajansa me hevpeyvînek li gel Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan re çêkir. El-Qeftan Bihara Ereban nirxand.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye;

Çirûska Bihara Erebî ji Tunisê destpê kir û li gelek dewletên Ereb belav bû, lê ev şoreş bi carekê negihaşt armancên xwe, gelo sedem çi ne?

Li gorî nêrîna me weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piraniya şoreşên erebî bi Bihara Ereb hatin bi navkirin, lê ew bûn payîza ku tevahiya pelan ji bilî pergalên zordest weşandin. Bi giştî kesê ku rewşa siyasî ya herêmê dişopîne wê bizanibe ku sedema têkçûna wan şoreşan li Lîbya, Yemen, Cezayir û herî dawî Sûdanê ji ber ku gelên wan dewletan ne xwedî nêrînek siyasî ne.

Ev şoreş berhemên zulma ku li ser gelan hatiye meşandine, helwesta hemwelatiyan ew e ku ji hemû mafên xwe bêpar mane, ji ber wê gelên herêmê serî hildan.

Tevahiya pergalên dewletên erebî hemû bûn partî paşê veguherîn milkê taybet. Mînaka wê ya herî berbiçav Hafiz El-Esed piştî ku wefat kir kurê wî Beşar El-Esed desthildarî girt destê xwe. Her wiha Hisnî Mibarek jî xwest ku kurê wî desthilatdariya Misrê bi dest bixe, lê gelê Misirê serî hilda. Sedema Hisên û Miemer El-Qezafî jî mînakên wê yekê ne. Ev dewlet hemû mîna ku gel destkeftiyên wan e tevdigerin. Ew xwediyê milkê sereke ne û wekî ku ev erd a kesekî tenê ye.

Gelo gelên wan dewletan îro senaryoya serhildanê ji nû ve dubare dikin?

Serhildana gelan raperîna li dijî zulmê bû, Ji ber wê ev şoreş bê serûber bûn. Beşek jê çek bi kar anîn û beşa din jî aştiyane bû. Rast e ku pergal hilweşandin, lê gel ew pergal veguherandina pergalên demokratîk an ne? Di rastiyê de me nedît ku ev pêkhat. Li Misir û Sûdanê serok bi cîgir jî wezîrê berevaniyê hate guhertin. Ji ber wê jî şoreşê ji nû ve destpê kir.

Tişta ku em ji van gelan hêvî dikir bi taybet gelê Sûriyê, ku gel siyasî be, erk û mafên xwe bizane. Da ku rê li pêşiya herkîna xwînê bigire. Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rêgezek rast û giştî ji bo Sûriyê dimeşîne.

Eger pergal bimînin, wê herikîna xwînê nesekine. Divê ew vê rastiyê tibigihêjin û dest ji dîkatoriya xwe berdin. Bi gelan re bira bin, divê Sûriyê ya tevahiya gelê wê be, ne tenê ya Beşar be. Sûdan jî ya gele ne ya Beşîr e. Heman şêweyî Cezaîr jî ne ya Bû Teflîqeye.

Piştî avabûna projeya demokratîk li herêmê dewletên cîran di serî de Tirkiyê dest bi zextan kirin da ku vê projeyê têk bibin. Ji ber ku ew naxwazin ev proje şîn bibe. Dixwazin ev tov di erdê de hişk bibe. Lê bi riya têghiştina gelê herêmê ev proje dê bibe tovikê rastin ê. Armanca me jî ew e ku herêmên me, ne wek Tirkiyê ya şexsekî tenê be.

Gelo asta biserketina şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li beramberî wan şoreşan çi ye?

Serhildana Bakur û Rojhilatê Sûriyê serhildana hiş, nêrîn û projeyekê ye. Ispata herî mezin şerê gelê wê yê li dijî terorê ye. Hemû armancên ku em pê bang dikin, diyaloga Sûrî-Sûrî ye.

Ew jî delîl e ku projeya Neteweya Demokratîk projeyek banga parçebûnê û cudakirinê nake. Ev proje banga Sûriyeyek hevgirtî ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din