El-Qeftan: Rêya pêkanîna aştiyê diyalog e

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got tekane rêya pêkanîna aştiyê û rawestandina rijandina xwînê, maseya diyalogê ye. El-Qeftan anî ziman ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê aştiyê ji tevahî cîhanê re dixwaze.

Di Roja Aştiyê ya Cîhanî de li gelek herêmên Sûriyê şer hîna berdewam e. Piştî azarên gelê Sûriyê di dirêjahiya 9 salan de ji şer, koçberî û kuştinê, lê hîna şer berdewam e bi taybet li parêzgeha Idlibê.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan li ser girîngiya pêkanîna aştiyê li cîhanê ji ajansa me re axivî.

El-Qeftan di destpêka axaftinên xwe de got: "Bi rêya bername û hêvîyên xwe bi tevahiya hêzên siyasî re çi yên hundir an jî herêmî yan jî derve, em hewl didin aştiyê pêk bînin. Em hêvî dikin aştiya cîhanî bibe yek ji hîmên bingehîn a civaka navdewletî û dewletên herêmî bi taybet li gel ku Sûriyê di dirêjahiya 9 salan de di aloziyekê re derbas dibe. Ev alozî îsbat dike ku rojek bi navê Roja Aştiyê ya Cîhanê li cem sûriyan tune ye. "

El-Qeftan wiha domand: "Em dixwazin bi tevahiyan dewlet û gelan re li ser rêgeza jiyana hevpar bijîn. Wek Partiya Pêşerojê ya Sûiyê em tekez dikin ku Sûriyê beşek ji derdora xwe ya herêmî û navdewletî ye. Em hewl didin aştiyê li cîhanê belav bibe. Em şer û rijandina xwînê hêvî nakin. Di her beşeke cîhanê de şer an jî rijandina xwînê yan jî koçberî hebe, roja aştiyê ya cîhanê tune ye."

Di nav gotinên xwe de El-Qeftan tekez kir ku rûniştandina li ser maseya diyalogê çareseriya tekane ya bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê ye û wiha domand: "Divê em aştiya cîhanî nas bikin. Aştiya cîhanî; di hundirê mirov de felsefeyeke rast e. Ji nirxên navdewletî û mirovahiyê ye ku em hewl didin pêk bînin. Ez dixwazim bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi rêya dengên azad cîhanê muxatab bigirim û bibêjim em dixwazin li ser masaya diyalogê rûnin, rijandina xwînê rawestînin û dev ji şeran berdin. Da ku aştiyeke cîhanî li Sûriyê pêk were û aştî li tevahiya cîhanê belav bibe."

Têkildarî bajarê Idlibê El-Qeftan got: "Em îro komkujî û kuştinê li bajarê Idlibê dibînin. Ev şer, ne şerekî rastîn li dijî terora ku li Idlibê ye. Di rastiyê de komên terorîst bi desteka hindek dewletan hene. Lê yên ku azaran dikişîne şêniyên bajarê Idlibê ne."

El-Qeftan bang li tevahiya dewletan bi giştî û rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi taybet kir ku şer li Idlibê rawestînin û got: "Divê hikumeta Sûriyê, Rûsya û tevahiya dewlet koçberî û kuştin li Idlibê rawestînin. Ji aliyê xwe ve em li rex şêniyên Sûriyê ku li her derê ku jê koçber dibin li hermber vê koçberiya bihincetên vala disekinin."

El-Qeftan tekez kir ku ew guhertina demografiya herêmê mîna ku li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din rû dide, red dikin û got: "Di dirêjahiya 4 salan de me şerê terorê li vê herêmê kir, lê koçberî tune bû mîna ku li Idlibê rû dide. Bi taybet koçberiya ber  bi Tirkiyê ve. Rola neyinî ya Tirkiyê û hindek dewletên din di vî warî de heye. Em dixwazin şêniyên bajarê Idlibê li bajarê xwe bimînin, em guhertina demografîk mîna ku li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî rû dane red dikin. "

Di dawiyê de serokê Partiyê Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: "Em hêvî dikin ku aştî li tevahiya axa Sûriyê belav bibe. Em hêvî dikin aştî li ser astên herêmî û navdewletî de belav bibe. Eger aştî li cîhanê belav bibe wê demê aştî dê li Sûriyê pêk were. Eger aştî li Sûriyê pêk hat dê li herêmên din û dewletên cîran belav bibe. Dema em dibêjin Roja Aştiyê ya Cîhanê wê demê aştî ne di herêmekê yan jî dewletekê yan jî welatekî de sînordar e, lê belê têkildarî tevahiya cîhanê ye. Ev jî aştiya ku em dixwazin pêk were."

(şx)

ANHA


Mijarên Din